Li Hecîne şerekî dijwar heye: Herî kêm 15 çete hatin kuştin

Di operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Hecînê şerekî giran qewimî. Di şer de herî kêm 15 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyan şer li Başûrê Rojhilat û li Rojhilatê Hecînê pêk hat. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe ji herêmê vekişandin QSD’ê li herêmê operasyonek da destpêkirin.

Hate ragihandin ku di şer de 15 çete hatine kuştin û şervanên QSD’ê di operasyonê de gelek tunelên çeteyan rûxandiye û dest daniye ser gelek cebilxaneyan.

Hate diyarkirin ku hawaneke 120 mm û roketên wê, 4 kaleşnîkof, SPG-9’ek, komputer û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.

Di operasyonê de 6 wesayîtên çeteyan hatine îmhakirin û hin rê ketine bin kontrola şervanên QSD’ê.