Efrînî: Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin

Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man li kampan bi cih bibin, nerazîbûn nîşanî gefên êrîşê yên Erdogan dan. Efrîniyan gotin, "Ji ber ti êrîşê em ê dest ji xaka xwe bernedin."

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete, 20'ê Çileyê êrîş bir ser Efrînê. Piştî berxwedana 58 rojan a YPG û YPJ'ê, Efrîn 18'ê Adarê ji aliyê artêşa Tirk ve hate dagirkirin. Piştî dagirkirinê, bi sedan hezar Efrînî li navçeya Şêrawa, navçe û gundên Şehbayê belav bûn. Ji bo gel lê bistirê sê kampên penaberan ên bi navê Berxwedan, Serdem û Efrînê hatin avakirin.

Bi hezaran malbatên Efrînî li her sê kampan e. Lê belê bi sedan malbat jî li mal, dikan û dibistanên hilweşiyayê hatin bicihkirin. Bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyanê giran bûn. Lewma li herêma Şêrawayê ji bo gel kampa Vegerê hate avakirin. Malbatên Efrînî yên li dikan û xaniyên hilweşiyayî yên navçeya Şêrawayê ne dibêjin, li gel şert û mercên giran jî wê berxwedana xwe bidomînin.

HETA KU EM EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN

Şêxo yê ji taxa Eşrefiye ya Efrînê anî ziman, piştî ku dewleta Tirk bi 72 balafiran êrîş birin ser wan, ji neçarî ew ji Efrînê derketin û 8 mehan li konê sersaxiyê yê mizgeftê man: "Piştî ku mehan em li mizgeftê man, meleyê mizgeftê konê sersaxiyê ji me re anî. Nêzî 7-8 mehan em li binê kon man. Havînê mirov dikarin îdare bikin, lê zivistanê zehmet bû. Avakirina vê kampê ji me re gelekî bû alîkar. Çi ji destê wan tê ji bo me dikin."

Şêxo diyar kir ku yekane daxwaza wan vegera li Efrînê ye û bi dewamî got, "Em dixwazin vegerin Efrînê. Em li Efrînê dilrehet û kêfxweş bûn. Kêmasiyeke me nebû, kesî zilm li me nedikir. Me karê xwe dikir. Erdogan niha jî gefan dixwe. Em ji Efrînê derxist, niha jî dixwaze me ji Şehbayê derxîne. Bila bê, bi çi êrîş dike bila êrîş bike. Em ji vir dernakevin. Berî çend rojan top diavêtin. Dixwaze gelê li vir bitirsîne û derxîne. Lê em naçin û ji vir dernakevin."

MIROV HÎN JÎ JI EFRÎNÊ DIREVIN

Zeynep jî anî ziman ku bi hatina zivistanê re zarokên wan nexweş diket, lewma e derbasî nava kampa nû bûn. Zeynep diyar kir, rewşa wan niha baştir e û got, "Lê belê yekane daxwaza me vegere li cih û warê xwe ye. Em naxwazin dest ji xaka xwe, dest ji cih û warê xwe berdin."

Ji rêveberên kampa Vegerê Hecreham Efrîn jî li ser armanca avakirina kampê got, "Gelê me yê ji dewleta Tirk û çeteyên wê reviya, hat li vir li xanî, mizgeft û dibistanên hilweşiyayî yên li gundan bi cih bû. Hîn jî mirov ji Efrînê direvin. Havînê dikarîbûn îdare bikin, lê êdî zivistanê dest pê kir. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de pêwîstiya mirovan bi stargehekê hebû. Me jî kampek ava kir. Heta niha 132 kon hatine vedan û malbat lê bi cih bûn. Daxwaza me xizmeta ji bo gelê xwe ye. Em ê heta dawiyê xizmetê ji gelê xwe re bikin."