Heyva Sor a Kurdistan destê alîkariyê dirêjî Qendîl kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo welatiyên Binarê Qendîl ên ji ber lêhiyê zirar û ziyanek mezin li ber ketibûn destê alîkariyê dirêj kir. Heyva Sor a Kurdistan 200 hezar eûro ji bo welatiyên Qendîlê şandiye.

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî welatiyên Binarê Qendîl ên ji ber lêhiyê zirar û ziyan lê bûne kir.

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku 26’ê Cotmehê ji ber barana zêde li Binarê Qendîlê lêhî rabû û ziyanek  mezin da welatiyên li herêmê.  Saziyê ev tişt got: “Ji ber lêhiyê ziyamek mezin li dibistan, nexweşxane, mizgef, bax û baxçeyên gundiyên herêmê ketiye. Di encamê de 12 pir, rêya 27 gundan, ava 15 gund, 3 navendên tenduristiyê, 3 mizgef û 2 dibistan rûxiyan. Li gel vê ziyanê bi dehan mal jî hilweşiyan.

Em Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyên Binarê Qendîlê li gel şandeyeke xwe 200 hezar eûro alîkariyê dişînin. Ev alîkarî wê li gorî plansaziyên Şaredariya Binarê Qendîl û Meclîsa Binarê Qendîlê bên mezaxtin.”