ROJAVA-SÛRIYE
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Em sîstemeke nenavendî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Sûriyeyê dixwaz in.”
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serê sibehê serdana goristanên şehîdan kirin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êvara Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan kirin.
Gelê Til Temir û Zirganê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarên Qamişlo û Girkê Legê meş hatin lidarxistin. Bi hezaran kes meşiyan û diyark irin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava esasî ya aştiyê ye.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li Reqayê ji bo sê şervanên QSD’ê merasîm hate lidarxistin
Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şervanên QSD’ê Hesen Ebdulrehman (Emîr), Ebdulrehman Umer (Cahîd), û Elî Îbrahîm El-Siûd (Alan) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê merasîma xiyabî li dar xist.
-
QSD: Di 24 saetên dawîn de 71 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 71 çete hatine kuştin.
-
-
Artêşa Tirk a dagirker Şêrawa topbaran kir
Yekîneyên artêşa Tirk a daigrker bi topan êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.
Yekîneyên artêşa Tirk a daigrker bi topan êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û di êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn.
-
Li Hecînê 121 terorîst hatin kuştin
QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. Li gorî vê yekê, 121 terorîst hatine kuştin û 3.126 sivîl jî hatine rizgarkirin.
-
Şêniyên Şêxlerê: Karê Osmanî wê ziyanê bide her kesî
Kurd û Erebên Şêxlerê ku li gel gefên dewleta Tirk karê xwe yê rojane didomînin, gotin "Dixwaze bi karê Osmanî rabe. Lê belê ev yek ji bo kesî ne xêr e. Wê rê li ber rijandina xwînê û barîna rondikên çavan veke."
-
-
-
-
YPG: Li Efrînê 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku şervanên wan li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîne û di çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.
-
-
-
Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek deng in
13 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk biryarek hevpar dan gotin: “Hemû partî divê li hemberî rewşa heyî yek helwest bin, wê li dijî hemû êrîşên li ser gel û baweriyan banga hevpar a berxwedanê bikin.”
-
-
Gelê Amûdê û Şehba: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
Li Amûdê û Şehbayê li dijî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan meş hatin lidarxistin û li dijî êrîş û gefan banga berxwedanê hate kirin. Li Qamişloyê jî peyama “Berxwedan wê xeyalên Erdogan vale derbixe” hate dayîn.
-
-
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan Erdal Kurdistan (Hemed Henîf) 12’ê Kanûnê li bajarokê Tebqa dema erka li ser erka xwe, di encama qezayekê de şehîd bûye.
-
Li Hecînê şer germ e
Li Hecînê ku xaka dawî ya di dest çeteyên DAÎŞ'ê de ye, di navbeyna şervanên QSD'ê û çeteyan de şerekî giran heye.
-
-
-
-