MEY sefaretxaneya xwe ya bilind a li Şamê dîsa vedike

Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (MEY), ku hevalbendê nêz ê Erebîstana Siûdî ye, wê sefaretxaneya xwe ya bilind a li paytexta Sûriye Şamê roja Pêncşemê veke. Sefaretxane 7 sal in girtî ye.

Rayedarekî Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê ji AFP'ê re axivî û got, "Li ser daxwaza Wezareta Karên Derve, Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê bang li rojnamevanan kir ku îro tevlî merasîma vekirina sefaretxaneya bilind a Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ya li Şamê bibin."

Hikumeta Sûriyeyê roja 18'ê Kanûnê bang li welatên Ereb kiribû ku sefaretxaneyên xwe yên bilind ên li Şamê ji nû ve vekin.

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve, di serî de welatên kendavê gelek welatên Ereb mîsyonên xwe yên dîplomatîk ên li Sûriyeyê rawestandibûn.

Piştî ku rewşa li Sûriyeyê hêdî hêdî asayî dibe, têkiliyên rejîmê bi cîhana derve re jî baş dibe.

TÊ GOTIN KU YEKÎTIYA EREB JÎ AMADEKARIYAN DIKE

Li gorî hin îdîayan, Yekîtiya Ereb jî amadekariyan dike ku rejîma Sûriyeyê ji nû ve bixe bin sîwana xwe. Sala 2011'an li ser daxwaza serokê wê demê yê DYE'yê Barack Obama, Sûriye ji nava yekîtiyê hatibû derxistin. Sûriye yek ji endamên damezrîner ên Yekîtiya Ereb bû.

Ji bo jinûve tevlîkirina Sûriyeyê li nava yekîtiyê, hîn pêşniyarek nehatiye kirin, lê belê tê gotin personelê Misrî alên Sûriyeyê ji nû ve li navenda Yekîtiya Ereb bi cih kiriye.

SERDANA BEŞÎR

16'ê Kanûnê Serokkomarê Sûdanê Omer El Beşîr jî li Şamê serdana Beşar El Esad kiribû. Tê gotin ku El Beşîr di vê serdanê de DYE, Erebîstana Siûdî û Qatar temsîl kiriye. Piştî vê biryarê, Serokê DYE'yê Donald Trûmp biryar dabû ku yekîneyên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Tê payin, Erebîstana Siûdî beşek ji 400 milyar dolarên ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê pêwîst e, wê fînanse bike.