Li Dêra Zorê şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê bi tevlîbûna sedan welatiyên Dêra Zorê û bajarokê El Bîsêra bi merasîmekê li Goristana Haî El Hesen hatin veşartin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajaroka El-Bisêra û gundên derdora wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Mahir El-Kedro (Ehmed), Hemza Mihêsin (Ebas) û Himêdî El-Xidir (Qeswa) û Umer El-Umer (Celal) ku 24‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê û şûnde destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xeldûn El-Xalid û li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Necim Umer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û ev tişt hate gotin: “ Şehîdan rêya gelan ronî kiriye û em ê ser şopa wan bimeşin heta jiyaneke azad bi dest dixin"

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulkerîm El-Ebûd (Xalid Kişkiyê) û şervanên QSD‘ê Subhî El-Elî (Fecir) ku 18‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de, her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Ebd ku 3‘yê kanûnê de dema karê xwe dikirin şehîd bibûn eşkere kirin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefa Celal nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîdan bi dirûşm û tilîliyên dayikan hatin veşartin.