QSD'ê di nava du hefteyan de 11 hezar sivîl rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di nava du hefteyên dawî de zêdeyî 11 hezar sivîl li Hecînê ji nava lepên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Hate ragihandin, piraniya sivîlên ji DAÎŞ'ê reviyane, malbatên çeteyan e.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ragihand, di "operasyona bidawîkirina terorê" de ya ku QSD li Hecînê dimeşîne bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin.

Li gorî saziyê, di operasyona Hecînê de hejmara sivîlên ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyane zêde bûye. Hate ragihandin, di nava du hefteyên dawî de zêdeyî 11 hezar sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyane û xwe li QSD'ê girtine.

Li gorî AFP'ê, Midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdul Rahman got, "Du hefteyên dawî gelek sivîl reviyan" û diyar kir, 11 hezar û 500 kes ji çeteyan reviyane.

Abdul Rahman anî ziman, piraniya kesên reviyane ji malbatên çeteyên DAÎŞ'ê ne.

Tê gotin, ji destpêka meha Îlonê ve 15 hezar kes ji herêma ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye dagirkirin reviyane.

Hate ragihandin, QSD'ê nêzî 700 çeteyên xwe li nava malbatan veşartibûn girtine. Piştî kontrola nasnameyê sivîl li herêmên ewle hatin bicihkirin û çete jî hatin destgîrkirin.

Abdul Rahman got, "DAÎŞ li ber têkçûnê ye, hêza xwe ya berxwedanê kêm bûye. Ya ku li pêşiya pêşveçûna QSD'ê asteng e, mayin in." Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir, dibe ku rojên bê DAÎŞ biqede.