ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên dewleta Tirk şerê hev dikin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a li ser Çemê Sacûr êrîşî nuqteyên leşkerî yên wan kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan li gundê Taxûra Mezin şerê hev kirine. -
Li Hecînê 30 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li eniyê Şafa û Sûsê yên ser bi Hecînê ve, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran diqewime. Di şer de 30 çete hatin kuştin. -
QSD: 97 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 97 çete hatine kuştin û miqdarek cebilxane ketiye destê şervanan. -
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê Ebû Xeşeb veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê Îbrahîm li Til Temirê hate veşartin
Welatiyên Til Temirê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Îbrahîm Herher bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: Li Ezazê du çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora bajarokê Kil Cibrîn a herêma Ezazê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. -
Çeteyên Enqereyê dîsan êrîşî Minbicê kirin
Komên çete yên girêdayî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. -
Şervanên QSD'ê zêdeyî hezar sivîl li Dêra Zorê rizgar kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de zêdeyî hezar sivîl li Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
Komuna Enternasyonalîst: Xwe ji bo berxwedaneke nû amade bikin
Komuna Enternasyonalîst a Rojava ya Federasyona Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku wê bi gel re li ber êrîşên faşîst rabin û bang li her kesî kir ku xwe ji bo berxwedan û qonaxeke nû ya têkoşînê amade bikin. -
Şervanên QSD'ê herî kêm 90 çeteyên DAÎŞ'ê kuştin
Şervanên QSD'ê, li Şefaa, El SûsAê û eniya rojhilat a Hecînê di şer de herî kêm 90 çeteyên DAÎŞ'ê kuştin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Ezazê malbatek kuştin
Li bajarê Ezazê yê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên dewleta Tirk avêtin ser maleke li gundê Behrûtê û malbatek kuştin. -
Cenazeyê 6 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê 6 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê li Goristana ŞehÎd Hanî El-Hesen veşartin. Di merasîmê de nasnameay 13 şervanên QSD’ê hatin eşkere kirin. -
QSD’ê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê têk bir: 20 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî nuqteyên leşkerî ya nêzî bajarokê Ebû Hesen têk bir. Di şerê li herêmê de herî kêm 20 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare Ezaz û navenda Efrînê çalakî pêk anîn
Hêzên Rizgariya Efrînê li bajarên Mare, Ezaz û navenda Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin. Hate ragihandin ku li Mare 5 çete, li Ezazê jî çeteyek hatiye kuştin. -
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Şedadê hatin veşartin
Welatiyên Şedadê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. Di merasîmê de gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate şermezarkirin. -
‘Cihê ku me kezeba xwe dayî em ê cane xwe jî bidin’
Li Kobanê biryara vekişîna Emerîka ya ji Sûriyeyê û gefên dagirkeriyê yên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava gel de pir tê nîqaşkirin. -
QSD: Di 48 saetên dawîn de 169 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 48 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku piştî biryara DYA’yê êrîşên çeteyan zêde bûne û di nava 48 saetên dawî de 169 çete hatine kuştin. -
Li Şefaa û El Sûsê şerekî dijwar heye
Li Şefaa û El Sûsê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran heye. -
Swêdî yê li Rojava bang li tenduristvanan kir!
Tenduristvanekî Swîsreyî ku li nexweşxaneyeke Hesekê ya leşkerî dixebite, ji bo ku çekan nedin dewleta Tİrk li dijî şîrketên çekan ên Ewropayê banga çalakiyên bêîtîatiya sivîl kir. -
NÛ BÛ-Li Efrînê teqîn
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewlet a dagirker ve hatiye dagirkirin teqînek bi hêz çêbû. -
Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Egîd Girkê Legê, Egîd Til Koçer û Zinar Bajar bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê bi dehan sivîl revandin!
Dewleta Tirk û çeteyên wê revandina sivîlan a li gund û navenda Efrînê didomînin. Îro piştî nîvro dewleta Tirk û çeteyan bi dehan sivîl revandin. -
Li Şefa û Sûsê şer giran e
Çeteyên DAÎŞ'ê bi rewşa nebaş a hewayê re êrîş birin ser nuqteyên QSD'ê yên li eniyên Şefa û Sûsê yên li Hecînê. Di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. -
Eniya Şoreşger: Vekişîn, bingeha ji bo qirkirinê ye
Eniya Şoreşger nerazîbûn nîşan da û diyar kir, vekişîna emperyalîzma Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji Rojava, plana ji bo amadekirina zemînê ji komkujî û qirkirinê re ye. -
Muslim: Me negot werin, em nabêjin herin
Salih Muslim li ser biryara DYE'yê ya ji bo vekişînê got, li gorî şert û mercên ku berê eşkere kirin, biryareke ji nişka ve bû. Muslim got, "Ne me bang li wan kir, ne jî em dikarin ji wan re bêjin 'biçe'. Ji xwe ji bo parastina me nehatibûn."