Cenazeyê 3 şehîdên QSD’ê li Şedadê spartin axê

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên QSD`ê yên di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedad a Kantona Hesekê cenazeyê Abdulrehman Elî (Eslî), Mihemed El-Nayif (Egîd) û Ehmed Hemîdî (Xalid) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana şehîdan a navçeyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPJ/YPG`ê ya leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG`ê Sayil El-Zûbe axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

El-Zûbe teqez kir ku bi saya xwîna şehîdan yekîtiya gelê herêmê hate avakirin û got:"Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bibin şehîd canê xwe feda dikin."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ferec axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdbûnê ya şervanên QSD’ê hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.