Artêşa Sûriyeyê bersiv da banga YPG'ê

YPG'ê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li hikumeta Sûriyeyê kiribû. Artêşa Sûriyeyê bersiv da û diyar kir ku ew ketine Minbicê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê, fermandariya giştî ya artêşê û hêzên çekdar eşkere kir ku ketine Minbicê.

Fermandariyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Li ser banga şêniyên Minbicê, fermandariya giştî ya artêşê û hêzên çekdar radigihîne ku yekîneyên artêşa ereb a Sûriyeyê ketine Minbicê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fermandarî biryardariya xwe dubare dike ku wê li xaka Sûriyeyê terorîzmê tine bike û dagirkeran hemûyan derxîne."

Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyeyê ewlekariya welatiyên Sûriyeyê hemûyan û her kesên li herêmê garantî dike.

Ev daxuyanî piştî banga Fermandariya Giştî ya YPG'ê hat dayin, ku YPG'ê bang li hikumeta Sûriyeyê kir ku bikeve şûna herêmên ku hêzên YPG'ê vala kiriye û ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêze.

Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hatibû gotin: "Ji ber gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina herêma bakurê Sûriyeyê û koçberkirina gelê wê, ku bi heman awayî li Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê kir, em weke Yekîneyên Parastina Gel diyar dikin ku piştî ku me hêzên xwe ji Minbicê vekişand, me hêzên xwe hemû di şerê li dijî DAÎŞ'ê yê li herêma rojhilatê Feratê bi cih kirin. Lewra em bang li hikumeta Sûriyeyê dikin; ku em jî beşek ji ax, netewe û sînorên wê ne, da ku hêzên xwe ji bo kontrolkirina van cîhan û herêma Minbicê bişîne û herêmê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker biparêze."