Katz gef xwar: Xamaney nema dikare hebûna xwe bidomîne

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz careke din gef li lîderê olî yê Îranê xwar û got, "Xamaney nema dikare hebûna xwe bidomîne."

Katz li cihekî ku bû hedefa êrîşên Îranê axivî û got, "Xamaney bi rengekî eşkere dibêje ku dixwaze Îsraîlê tine bike. Fermanê dide ku yekser êrîş li nexweşxaneyan bê kirin."

Katz got, "Tinekirina dewleta Îsraîlê weke hedef dibîne. Nabe ku êdî destûr ji hebûna mirovekî bi vî rengî re bê dayin."

Îranê sibeha Pêncşemê 30 fuzeyên balîstîk avêt Îsraîlê û sê ji wan yekser li nava bajêr ketin. Li gorî medya Îsraîlê zêdeyî 200 kes birîndar bûn, rewşa 6 ji wan giran e, rewşa 2 ji wan jî navîn e.

LI NAVENDÊN NUKLEERÊ HATE XISTIN

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê diyar kir ku li navendên nukleerê yên li peravên Kendava Basrayê xistine ku Bûşehr jî di nav de bû. Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku li navendên nukleerê yên li Bûşehyr, Îsfahan û Natanzê xistine û wê êrîşî navendên din jî bikin. Bûşehy yekane santrala nukleerî ya çalak a Îranê ye ku li peravê Kendavê ye.

ÎRANÊ HIŞYARÎ DA DYE'YÊ

Fermandarê Muxafizên Şoreşê yên Îranê Hatam el Nabî hişyarî da ku eger Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yekser tevlî şer bibe wê bibe sedem ku şerê li herêmê hîn mezin bibe.