ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Welatiyên Minbicê: Em ê dagirkeriyê qebûl nekin
Dewleta Tirk ji bo operasyoneke mihtemel a li dijî Îdlibê ji rojevê derxîne berê xwe daye Minbicê, gelê Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk li pey fîtneyê ye û ragihandin ku ew ê dagirkeriyê qebûl nekin. -
Li Hecînê QSD’ê dest danî ser rêjeyek çek û cebilxane
Şervanên QSD’êli Hecînê di encama lêgerînan de dest danî ser hinek çek û cebilxaneya çeteyên DAÎŞ’ê. -
Cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan hate veşartin
Welatiyên Qamişlo cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Çeteyen Enqereyê dîsa êrîşî Minbicê kirin
Çeteyên dewleta Tirk, ji sînorê çemê Sacûrê yê herêma Minbicê gule berdan bendên kontrolê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. -
Li Sûriyeyê di sala 2018'an de nêzî 20 hezar kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, sala 2018'an nêzî 20 hezar kes li Sûriyeyê mirine. -
‘Nûnerê Minbicê’ yê Tirkiyeyê fenbaz derket
Derket holê ku kesê ku dewleta Tirk ew bi navê nûnerê gel ê Sûriyeyê qebûl kiriye, navê wî sixte ye û fenbaz e. -
Kampanya alîkariyê ji bo penaberên li Şehbayê
Navenda enformasyonê ya Jin Rabin Ser Piya, ji bo Efrîniyên piştî dagirkeriya Tirk neçar man li kampan bimînin, dest bi kampanya alîkariyê kir. -
QSD'ê sala 2018'an jî gelên Sûriyeyê parast
Şervanên QSD'ê, sala 2017'an Reqa ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û sala 2018'an jî şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê dewam kirin. Pêkhateyên QSD'ê di nava salê de berxwedana herî mezin li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete da. -
Li Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan hate veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê Mihemed Henan (Agirî) û Sair El-Ziyab (Şiyar Çil Axa) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Mitêr bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Cenazeyê 3 şehîdan li Şehba û Kobanê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YPG’ê Umer Hesen (Serar Efrîn), Henîf Reşo (Welat Efrîn) li Şehba û cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Ednan (Ednan Ebdî) li bajarê Kobanê bi merasîmên girseyî hatin veşartin. -
QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî belav kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de bi dehan çete hatine kuştin û 14 baregehên çeteyan hatine rûxandin. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 çeteyên koma Feyleq el-Şam hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Mihemediyê yê navçeya Cindirêsa Efrînê li dagirkeran xist. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 çete hatine kuştin. -
Li Heleb û Dêra Zorê sê şervanên YPG'ê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, 28-29'ê Kanûnê li Helebê 2, li Dêra Zorê jî şervanekî wan şehîd bûne. Hate ragihandin, şervanên li Helebê ji ber qezaya trafîkê şehîd bûne. -
Heyeta Tirk pêşniyara çi li Rûsyayê kir, çi bersiv girt?
Rayedarên Tirk ên berê xwe dan Moskowayê, ji bo dagirkirina Minbicê pêşniyar li Rûsyayê kirin. Di berdêla beşek ji Minbicê de pêşniyara beşek ji Îdlibê kirin. -
Eşîrên Ereb li Kobanê mesaj dan: Em yek in
Erebên ku ji Reqayê hatine Kobanê û tevlî çalakiya konê berxwedanê bûne, diyar kir ku Ereb, Kurd, Sûryanî û gelên Sûriyeyê hemû li dijî dagirkeriyê ji berxwedanê re amade ne. -
Girê Spî wê xwe biparêze
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa got, "Dewleta Tirk nikare xwe li xwerêveberiya me rabigire, lê belê em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û jiyana xwe biparêzin. -
'Ji bo dîplomasiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saleke qels bû'
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim karên dîplomatîk ên sala 2018'an ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got, karên dîplomatîk ên sala nû wê li ser bingeha "Çareseriya krîza Sûriyeyê" û "Azadiya Efrînê" bi rê ve biçin. -
Çeteyên Tirk êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin
Çeteyên 'Mertala Firatê' yên dewleta Tirk a dagirker, danê êvarê du caran êrîşî bendên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. -
Rûspî û pêşengên êlên Reqayê serdana berxwedana Kobanê kirin
Nêzî 700 welatî, siyasetmedar, pêşeng û rûspiyên êlên Ereban ên ji Reqayê ketin ser rê û serdana konê berxwedanê yên Kobanê kirin, anîn ziman ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê napejirînin. -
Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê bû hedefa êrîşê
Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh ji ber êrîşeke çekdarî şehîd bû. -
Li Erîmayê danûstandinên li dijî dagirkeriyê
Ji ber gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li xeta Moskow-Şam-Bakurê Sûriyeyê danûstandinên xurt ên dîplomasiyê dest pê kirin. Di encamê de leşkerên Sûriyeyê û Rûs hatin bajarokê Erîma yê Babê û tevî hêzên xweparastinê yên herêmê tevdigerin. -
Yekane projeya çareseriya krîza Sûriyeyê
Hevseroka MSD'ê Emîne Omer sala 2018'an ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir, yekane hêza ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê xwedî proje ye, ew in. Omer got, ew hewl didin vê projeyê li gelemperiya Sûriyeyê belav bikin. -
Li Hecînê depoyeke ya teqemenî ya DAÎŞ’ê kete destê QSD’ê
Şervanên QSD’ê yên ber bi Hecînê ve pêş ve diçin, dest danîn ser depoyeke ya madeyên teqemenî ya çeteyên DAÎŞ’ê. -
Şervanên YPJ û QSD’ê êrîşa çeteyan têk bir
Duh çeteyên DAÎŞ’ê li Hecînê ji 3 aliyan ve êrîşî herêmên ku ji aliyê şervanên YPJ’ê û QSD’ê ve hatibû rizgar kirin, kirin. Êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê ve hate şikandin. -
QSD: 71 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 71 çete hatine kuştin.