Çalakiya ji bo ciwanê ku li Efrînê hate qetilkirin: Li gorî peymanê tevbigerin

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qetilkirina ciwanekî li Efrînê ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve şermezar kir û bang li Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku li gorî peymana hatî îmzekirin tevbigerin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê qetilkirina ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo de, ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman bi amadebûna endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li Qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bûyerên li qada Sûriyeyê çêbûne, hilweşîna rejîma faşîst û hatina Ehmed El Ser ser hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, di navbera Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî peymanek di 10’ê Adarê de hat îmzekirin.

Her wiha di daxuyaniyê de amaje bi naveroka peymanê 1’ê Nîsanê jî hat kirin ku, ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê li gorî bingehên demokratîk a ji bo parastina gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, di 1’ê Nîsanê de, di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, peymanek ji 14 bendan hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê de bal li ser xala 8 û 9’an a peymanê hat kişandin, "Tevgera çûn û hatinê ya şêniyên her du taxan bi serbestî ye. Nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyeyiyan nebûye û berî lihevkirinê ew kes ji hêla ewlehî ve dihat xwestin, were girtin.

Ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, komîteyeke koordînasyonê tê avakirin."

Meclisê di daxuyaniya xwe de behsa binpêkirinan kir û got di van demên dawîn de peyman hat binpêkirin; kiryarên revandin, çewisandina bêserûber û qetilkirinên li dijî Kurdan bi taybet li Efrînê zêde bûne. Herî dawî jî li Efrînê ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo hat qetilkirin û ajokarên kamyonan li ser rêya Heleb-Dêr Hafir ji hêla rêbendên kontrolê ve hatin revandin.

Meclisê ev binpêkirin bi tundî red kirin û kiryarên qetilkirin û revandinên bêserûber li Efrîn û tevahî herêmên Sûriyeyê şermezar kirin.

Meclisê diyar kir ku ew pabendî bendên peymana ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re îmze kiriye, ne û divê ew jî li gorî vê peymanê tevbigerin û civaka Sûriyeyê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku ji sûcdarên li Efrîna dagirkirî û tevahî Sûriyeyê hesab were pirsîn, girtî bêyî şert û mercan di leztirîn dem de werin berdan û nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gorî peymana 1’ê Nîsanê tevbigerin.