YPG'ê bang li hikumeta Sûriyeyê kir

YPG'ê diyar kir, piştî ku wan xwe ji Minbicê vekişand, hêzên xwe li eniyên şerê dijî terora DAÎŞ'ê bi cih kirine û ev bang kir: "Em bang li hêzên dewleta Sûriyeyê dikin ku erka xwe ya parastina sînorê Minbicê ji dagirkeriya Tirk, pêk bîne."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan şerê terorê kirine û îro jî dewleta Tirk a dagirker gefê li wan dixwe.

Fermandariyê bi daxuyaniyekê bang li hêzên dewleta Sûriyeyê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk parastina herêma Minbicê  bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji ber gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina herêma bakurê Sûriyeyê û koçberkirina gelê wê, ku bi heman awayî li Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê kir, em weke Yekîneyên Parastina Gel diyar dikin ku piştî ku me hêzên xwe ji Minbicê vekişand, me hêzên xwe hemû di şerê li dijî DAÎŞ'ê yê li herêma rojhilatê Feratê bi cih kirin. Lewra em bang li hikumeta Sûriyeyê dikin; ku em jî beşek ji ax, netewe û sînorên wê ne, da ku hêzên xwe ji bo kontrolkirina van cîhan û herêma Minbicê bişîne û herêmê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker biparêze."