ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şehîd Êrîş Hemdûş hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Êrîş Hemûş ê di 9’ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hat veşartin. -
Li Efrîn a dagirkirî çete bi hev ketin: 3 jin hatin qetilkirin
Li bajarê Kurdan Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û Cephe Şamiye bi hev ketin. Di vî şerê çeteyan de 3 jin hatin kuştin ku yek ji wan ducanî bû. -
Şêrawa û Şehba hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê barand. -
'Di nava şoreşê de keda Hevrîn Xelef zêde ye'
Ji hevrêyên Hevrî Xelef û Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsûf bal kişand ser keda mezin a Xelef ji bo Şoreşa Rojava. -
Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê 5 welatî revandin. -
YPJ'ê jina Êzidî ya rizgarkirî radestî YBŞ'ê kir
Jin a Êzidî Sewsen Hesen Heyder a ku meha Îlonê li Kampa Holê ji aliyê YPJ'ê ve hate rizgarkirin, bi merasîmekê radestî rayedarên YBŞ'ê hate kirin. -
Dayika Vehîbe: Em ê teqez li Serêkaniyê vegerin
Vehîbe Seydî Temo ji şêniyên Serêkaniyê ye, ku piştî dagirkeriyê neçar ma mala xwe biterikîne û li Kampa Serêkaniyê bi cih bibe. Dayika Vehîbe dibêje ku wê rojekê teqez li mala xwe vegere. -
Şehîdên Bêtnehrînê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Meclîsa Bêtnehrînê bi merasîmekê li Qamişloyê hatin bibîranîn. -
Şehîd Hevrîn Xelef li Hesekê hat bibîranîn
Ji bo Şehîd Hevrîn Xelef a ku 12’ê Cotmeha 2019’an tevî Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Taxa Nasira ya Hesekê merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Komploya 9’Cotmehê li Minbicê hat protestokirin
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşeke girseyê li Minbicê hat protestokirin. -
Li Kobanê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat danîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, ji bo 4 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle konê sersaxiyê dan danîn. -
Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temir hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temirê bombe kir. Ji ber bombardûmanê li Eyn Îsayê mizgeftek xera bû, xisar li gelek gundan bû. -
Dewleta Tirk a dagirker Eyn Îsayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsayê, herêmên rojava û rojhilat ên navçeyê û rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran dike. -
Li Rojava komplo hat şermezarkirin
Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmaha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meş hatin lidarxistin. -
Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Bi sedan kes li bajarê Qamişlo yê Rojava, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Herêma Firatê: Têkoşîna me wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome
Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê bi dirûşmeya “Wê sala 25. a Komploya Navnetewî bibe sala vala derketina komployê û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo” Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. -
Bi hezaran şêniyên Dêrîkê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Bi hezaran şêniyên Dêrîkê bi meşekî girseyî salvegera 24’emîn ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. Di çalakiyê de diyar kirin ku ew ê bi hêz û vîna xwe têkoşînê geştir bikin. -
QSD’ê dewleta Tirk derewand
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îdiayeke din a dewleta Tirk a dagirker derewand. -
Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li êrîşên dagirkeriyê bang kir
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabe û pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker bigirin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê: Li Hesekê û Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan
Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de daketin qadan. -
HRE: 5 polîsên tîmên taybet û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Bab û Şêrawayê çalakiyên bersivdanê lidar xistine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 5 polîsên tîmên taybet ên dagirker (POH) û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Ehmed Pîrê: Ji bo pêkanîna projeya Rêber Apo em ê her tim kar bikin
Ehmed Pîrê diyar kir ku ew şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, “Ti carî vîna me naşikê. Em ê her tim kar bikin, ji bo projeya Rêber Apo pêk bînin.” -
Cenazeyên şehîdên HRE’yê hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên HRE’yê Zinar Til Qirah û Egîd Efrîn, bi berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin. -
Komîteya Koçberan bîlançoya dagirkeriyê ya 3 salan eşkere kir
Komîteya Koçberan bîlançoya 3 salan a sûcên ku dewleta Tirk a qirker li Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî, eşkere kir û got: “511 kes hatin girtin, 185 kes hatin revandin, êşkence li 325 kesan hat kirin. 92 girtî revandin Tirkiyeyê û 56 kes hatin qetilkirin.”