Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li êrîşên dagirkeriyê bang kir

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabe û pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker bigirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Hewldanên dewleta Tirk, destwerdan û dagirkeriya wê ya li herêmên erdîngariya Sûriyeyê ji civakên navneteweyî, herêmî û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê re eşkere ne. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk li gorî siyaseteke plankirî armanc dike ku herêm tirk bike da ku desthilata Osmanî vegerîne û Mîsaqî Millî zindî bike. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya bazarên siyasî û leşkerî, bikaranîna komên terorîst û çeteyan di şerê xwe yê li dijî gelan û pêkhateyan herêmê de hewl dide hewayên şerên navxweyî û etnîkî biafirîne û pêş bixîne ku mînaka wê di dîrokê de kêm in. Heman demê hewl dide projeyên demokratîk ên bi armanca dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, têk bibe. Li ser vê yekê herêmên ji erdîngariya Sûriyeyê wekî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine ku îro 9ʹê Cotmehê salvegera 3ʹyemîn a dagirkirna wan e. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya komên terorîst ên çete yên ku gendelî, qetilkirin, çewisandin û xirabkirina binsazî û sembolên dîrokî polîtîkayeke eşkere pêk tîne da ku dîroka herêmê, çandên wê, pêkhate û etnîkên wê yên resen xirab bike.”

Di dewamiya daxuyaniya Rêveberiya xweser de wiha hate gotin: 

“Vê siyasetê bi rêya koçberkirina bi sed hezaran û derbiderbkirina wan li kampên ku hêmanên sereke yên jiyanê lê kêm in, her wiha bi rêya bicihkirina kesên biyanî û malbatên çeteyên terorîst li bajar, bajarok û gundên dagirkirî bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne. Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê hewl dide wêneyeke herî xirab a guhertina demografîk pêk bîne û herêmê bike cihekî ewle ji bo komên terorîst ên ku di aliyê leşkerî û erdîngarî de li hemberî QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî têk çûn.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 3ʹyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe di hemû qadan de xurt bikin heta ku herêmên dagirkirî ji terora Tirk û komên çete rizgar bikin û sûcdarên berpirsên kirinên ku piraniya wan digihêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî werin muhasebekirin.

Êrîşên rojane yên Tirkiyê yên bi rêya balafirên bê mirov ên bi çek, bikaranîna hemû cûre çek li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê, berdewama siyasetên dagirkirin û derxistina fitne û belavkirina tirsê li herêmê ye.

Bêyî nezelaliya polîtîkayên navneteweyî yên DYE, bi taybetî di serdema Trump de ev dagirkerî ne pêkan bû. Ji ber ku li dijî rêgezên navneteweyî û pîvanên mirovî siyaseta durû û bazirganiya siyasî dikir. Di encamê de gelên herêmê bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî şerê terorê dikin û berdêla vê siyaseta îro û paşerojê didin.

Em bang li civaka navneteweyî bi taybetî Koalîsyona Navdewletî û dewletên garantor dikin ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin, bi lez tevbigerin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin û hemû bandorên wê ji holê rakin. Her wiha divê li dijî polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bide û vegera ewle ya gelan misoger bike. Dewleta Tirk a dagirker ku li herêmê ye, têkoşîna me ya li dijî terora navneteweyî qels dike û rê nade ku çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyeyê re bibîne.”