Şehîdên Bêtnehrînê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Meclîsa Bêtnehrînê bi merasîmekê li Qamişloyê hatin bibîranîn.
Şehîdên Meclîsa Bêtnehrînê bi merasîmekê li Qamişloyê hatin bibîranîn.
Şehîdên Meclîsa Bêtnehrînê bi merasîmekê li hola Selam a bajarê Qamişlo hatin bibîranîn. Nûnerên Partiya Yekîtiya Suryan, Yekîtiya Jinên Suryan, Ciwanên Pêşverû yên Suryan, Komeleya Çandî ya Suryan li Sûriyeyê, Navenda Malbatên Şehîdan a Suryan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo, Xaça Suryan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclîsa Leşkerî ya Suryan, tev li merasîmê bûn.
Ewilî endamê Meclîsa Bêtnehrên, Kîno Gabrîyêl daxuyaniyek xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Şehîdan biryara têkoşîna Meclîsa Bêtnehrên temsîl kir, îro jî ew bûn nirxên hevbeş ên gelê me. Em bi serbilindî wan bi bîr tînin, ji ber ku wan gelê me ji dewletên mêtinger û rêxistina terorîst; DAÎŞ’ê parast.
Bi hatina 10’ê Cotmehê re, roja salvegera bîranîna şehîdên Meclîsa Bêtnehrên a Neteweyî, em ê soza xwe ya ku me dabû şehîdan û gelê xwe, pêk bînin û em ê êrîşên li dijî herêmê têk bibin, her wiha em ê li her derê şehîdên xwe bi bîr bînin û armancên wan pêk bînin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan, Senherîb Bersûm axivî û got: “Têkoşîn li Sûriyeyê ji destpêka 2011’an de ji bo pêkanîna guhertina demokratîk û daxwazên gelê Sûriyê, dewam dike. Wê têkoşîna me bi awayekî aştiyane û dûrî ajandeyên ku xizmeta doza Sûrî nakin, dewam bike. Partiya me piştgiriya xebatên navneteweyî yên pêkanîna aştiyê dike, her wiha em girîngiyê didin diyalog û lihevkirina di navbera tevahiya gelê Sûriyeyê de û destwerdana ji dewletên derve ku tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Dewleta Tirk a ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û hewl dide demografiya wê biguherîne, red dikin.”
Bersûm bang li civata navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser rawestînin.
Merasîm bi pêşandana sînevîzyonek a li ser fedakariya şehîdan ji salên 90’î ve û heta îro, bi dawî bû.