'Di nava şoreşê de keda Hevrîn Xelef zêde ye'

Ji hevrêyên Hevrî Xelef û Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsûf bal kişand ser keda mezin a Xelef ji bo Şoreşa Rojava.

Hevrîn Xelef ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk kedeke mezin da, yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Ji bo jiyaneke aştiyane têkoşiya û mohra xwe danî binê projeyên li ser hembêzkirina neteweyan.

Hevrîn Xelef 15'ê Mijdara 1984'an li gundê Rêhanik ê ser bi bajarê Dêrikê yê Rojava li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di 11 saliya xwe de tevlî nava Koma Şano ya Newroz a Zarokan bû. Di lîstika xwe ya destpêkê de ku li ser Komkujiya Helebçeyê bû, bi rola parêzvana mafên mirovan rabû. Sala 1996'an ku hingî xwendekara pola 5'an bû, di pêşbirka matematîkê de bû yekemîn. Sala 2009'an li Zanîngeha Helebê li ser Endezyariya Înşaetê dixwend. Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê kir, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de tevlî nava Şoreşa Rojava bû. li Komeleya Nûrî Dersim cihê xwe di nava karên rêxistinî de girt. Piştî ku Herêma Xweseriya Demokratîk a Cizîrê di 21'ê Çileya 2014'an de ava bû, bi erka Alîkara Serokê Desteya Enerjiyê rabû. Li dû yekbûna hin komîteyên Rêveberiya Xweser di sala 2015'an de ji bo Desteya Aboriyê ya Cizîrê hate hilbijartin. Herî dawî di 27'ê Adara 2018'an de li Reqayê bi beşdariya rûspiyên Ereb, Kurd, Suryanî Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê ava bû û weke jineke Kurd bû Sekretera Giştî ya vê partiyê.

Hevrîn Xelef yek ji wan siyasetmedarên Kurd bû ku li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê xwedî li Şoreşa Rojava derket û kir ku gelek jin beşdarî karên siyasî bibe. Di êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, di 12'ê Cotmehê de li ser rêya M4 ku diçû Qamişloyê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Piştî ku hate qetilkirin, navê Hevrîn Xelef li taxa Guillotiere ya bajarê Lyon ê Fransayê li qadekê, li Berlînê li Bexçeyê Şîfayê, li bajarê Parma yê Îtalyayê ji aliyê Şaredariya Berceto ve li pireke li ser Çemê Sar 'Rio Rivi Freddi', li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li şitilgeheke li Qamişloyê û bexçeyekî li Reqayê hate kirin.

Hevrîn Xelef piştî ku hate qetilkirin di sala 2019'an de hêjayî xelata 'Margerita Troli' hate dîtin ku her sal ji aliyê Şaredariya Capoa ya Îtalya ve tê dayin. Her wiha xelata 'aktîvîsta ciwan' ku Koalîsyona Îtalya ya Azadî û Mafên Mirovan dide, hêjayî Hevrîn Xelef hate dîtin. Navê wê li 'Arşîva Hêviyê ya Femînîst' a Komeleya Mafên Jinê ya Pêşvebirinê di 1'ê Cotmeha 2020'î de hate nivîsandin.

JINEK BÛ KU XWEDÎ FIKRÊN XURT BÛ

Ji hevalên Hevrîn Xelef û Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsûf diyar kir ku Hevrîn Xelef yek ji wan jinên Kurd bû hîn di çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava de li ber xwe da û got, "Jineke ciwan a bi fikrên xurt bû, ji bo çarenûsa gelê xwe diyar bike û serketina şoreşê misoger bike. Hîn di zarokatiyê de pê hesiya bû ku xaka gelê Kurd dagirkirî ye û ziman, çanda wê lê hatiye qedexekirin. Kesayeteke welê bû ku bi nirxên welatparêziyê hate mezinkirin. Lewma hîn di zarokatiyê de nirxên welatparêziyê nas kiribû û felsefeya 'jin azad nebe civak azad nabe' pejirandibû. Ji bo xwebûna jinê gelekî hewl da."

TESLÎM NEDIBÛ, TIMÎ ÇARESERÎ DIAFIRAND

Perwîn Yûsûf got, "Hevrîn kesayetek bû ku xwe teslîmî zorê nedikir" û wiha dewam kir, "Li ser şert û mercên zehmet gelekî difikirî û çareserî diafirand. Ji bo rûniştandina sîstema Rêveberiya Xweser gelekî hewl da, ked da. Bi şev û roj dixebitî. Ji avakirina komeke biçûk heta bi partiya siyasî ya ku Sûriyeyê bi temamî hembêz bike, gav avêt. Bi taybetî ji bo karibe felsefeya azadiyê bigihîne gelê Ereb kete nava hewldanên nû, di avakirina Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê de bi roleke esasî rabû. Ji bernameya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê heta bi rêxistinkirina wê kedeke mezin da."