Cenazeyê Şehîd Êrîş Hemdûş hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Êrîş Hemûş ê di 9’ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Hemed Beşar (Êrîş Hemdûş) ê di 9’ê Cotmehê de li navçeya Eyn Îsayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hat veşartin. Xelkê herêma Firatê û endamên saziyên sivîl, kesayetên ji partiyên siyasî yên herêm beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclîsa Navçeya Qinayê Suad Eldemir axivî û got: “Têkoşîna me berdewam e, rêya xayinan kin e, çi bikin jî wê nikaribin berxwedan û israra me têk bibin. Her kesê hewl bide li pêşiya me bisekine, wê çarenûsa wan wekî ya DAÎŞ’ê be.”

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî wiha got: “Komploya li dijî me pir mezin e, dewletên mezin li pişt wê ne wekî dewleta Tirk a dagirker û Îranê, ku hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin û nexşerêyeke nû ji herêmê re xêz bikin û hin herêman tev li xaka xwe bikin.” Ehmed Xoce piştrast kir ku ew xwediyên projeyeke demokratîk in ku wê hemû planan û timayên derve pûç bike û got: “Îro şehîdên me dibêjin êdî bese û welatekî ewle ji me re ava dikin ku tê de hemû pêkhate bi azadî bijîn.”

Xoce, bang li şêniyên herêmê kir ku xayinan ji nav xwe derxin û rê nedin wan ku aramî û istiqrara herêmê têk bibin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û cenazeyê wî li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.