Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Bi sedan kes li bajarê Qamişlo yê Rojava, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi sedan kes li bajarê Qamişlo yê Rojava, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin, bi hezaran şêniyên Qamişlo li gel Çerxerêya Sonî ya li rojhilatê Qamişlo kom bûn û xwepêşandanek bi dirûşmeya "Hemû şêweyên xiyanet û komployan têk bibin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin" li dar xist û piştre şênî ber bi Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ve ketin rê.
Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî û "Bê serok jiyan nabe, bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.
Li Çerxerêya Rûbar Qamişlo li ser navê Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Perwîn Yûsif axivî û komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana Îmraliyê silav kir. Perwîn Yûsif wiha got: "Komplo û tecrîd ji beriya 24 salan ve li dijî Rêber Ocalan pêk hatine, ew şermek li ser eniya mirovanî û rêxistinên mafên mirovan e. Armanca dewletên komploger şkandina vîna gelan bû. Lê berxwedana Rêber Ocalan di Îmraliyê de hemû armancên wan têk birin.
Berxwedan, şoreşa gelan û şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, berxwedana li çiyayên Kurdistanê û berxweana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku banga jiyana azad dikin, bi saya fikrên Rêber Ocalan e û rêya azadiyê ji gelên cîhanê re vekir. Em li hember komplogeran qîr bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin, serkeftin ji fikrê jiyana azad re, belê ji projeya neteweya demokratîk re."
Di dawiya axaftina xwe dePerwîn Yûsif, soz da ku têkoşînê bi pêşengiya jina azad heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bikin.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis, Komploya Navneteweyî şermezar kir û got ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikrê azad û felsefeya neteweya demokratîk ji xwe re kirin metodeke têkoşînê.Yûnis wiha domand: "Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewama komployê ye û armanca wê derbekirina projeya Rêveberiya Xweser ku li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan hate avakirin. Em bêdengiya navneteweyî ya li hember Rêber Ocalan rexne dikin."
Telat Yûnis diyar kir ku divê têkoşîn ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û ev têkoşîn erka her welatparêz û demokratekî li cîhanê ye.
Xwepêşandan bi tiliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.