YPJ'ê jina Êzidî ya rizgarkirî radestî YBŞ'ê kir

Jin a Êzidî Sewsen Hesen Heyder a ku meha Îlonê li Kampa Holê ji aliyê YPJ'ê ve hate rizgarkirin, bi merasîmekê radestî rayedarên YBŞ'ê hate kirin.

Jin a Êzidî Sewsen Heyder Hesen ku di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû revandin, di 13'ê Îlonê de li Kampa Holê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve hate rizgarkirin.

Rayedarên YJŞ'ê bi merasîmekê Sewsen Hesen Heyder (24) radestî rayedarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin, ji bo wê bigihînin Şengalê.

Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed li merasîmê axivî û destnîşan kir ku yek ji armancên esasî yên pêngavê rizgarkirina jinên Êzidî bû ku di encamê de Sewsen Hesen Heyder û Wefa Ebas hatin rizgarkirin.

Rûksen Mihemed got, "Ji dema êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê û vir ve, tu carî em di parastina gelê xwe, jin û zarokên xwe yên li Şengalê de paşve neçûn. Ji wê demê ve me soz da ku hemû jinên Êzîdî ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bikin."

Rûksen Mihemed bi dewamî got, "Em hîn li ser soza xwe ne û em ê lêkolînên xwe li ser jinên Êzîdî ji bo rizgarkirina wan bidomînin. Em îro bi rizgarkirina Sewsenê û radestkirina wê ji bo YBŞ'ê pir kêfxweş in."

Sewsen Heyder Hesen jî kêfxweşiya ya ji ber vegera li welat û malbata xwe anî ziman û spasiya YPJ'ê li ser danûstandina wan bi wê re, kir.

Piştre Berpirsyarên Têkiliyan ên YBŞ'ê Çeko Şengalî axivî, spasiya YPJ'ê kir a ji ber rola wan di rizgarkirina jin û zarokên Êzidî de ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Çeko Şengalî destnîşan kir ku hevkarî wê di navbera herdu aliyan de, heta rizgarkirina tevahiya Êzîdiyan bidome. Her wiha got, jin a Êzidî Sewsen Hesen Heyder wê yekser ji bo malbata wê were radestkirin.

Di dawiyê de, Sewsen Hesen Heyder xatir ji fermandar û şervanên YPJ'ê û endamê Rêveberiya Kampê xwest.