ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk Kobanê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên rojhilat û rojavayê bajarê Kobanê yê Rojava bombebaran kir. -
Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî daketin qadan. -
Dengê Jîna li Keziyên Jînê
Keziyên Jînê bal kişand ser berxwedana pêşengên jin ên şoreşger ku li ser bingeha berxwedana jinê ya bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kir. Şanoya bi cûreyê monolog pesnê keziyan dide. -
Berê Serdem hîn ji zarokatiyê ve li çiyê bû
Yek ji gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bû Serdem Agirî bû. Dayika Agirî Hamdiye Ehmed diyar kir ku kurê wê hîn ji zarokatiyê ve dixwest bibe gerîla û got, "Serdemek çû, lê bi hezaran Serdem hene." -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi pîrozbahiyan hate silavkirin. -
Şervanên enternasyonalîst banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kirin
Şervanên enternasyonalîst ên di nav refên YPG û YPJ’ê de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojava kirin. -
QSD: 1’ê Mijdarê îfadeya yekîtiya neteweyên azadîxwaz a li hember zilma DAÎŞ’ê ye
QSD’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek da, diyar kir ku tolhildana binketina DAÎŞ’ê cewherê gef û êrîşên Tirkiyê ye û bang li her kesê kir ku weke 8 sal beriya niha careke din xwedî li destketiyên 1’ê Mijdarê derkevin. -
Xaziyên Kobanê: Em bi îradeya xwe ji kolanekê gihîştin Baxozê
Xaziyên Kobanê gotin, "Roja Kobanê ya Cîhanê encama berxwedaneke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, li Kobanê tenê kolanek di destê me de mabû û me bi îradeya xwe, ji wê kolanê xwe gihand Baxozê." -
Xelkê Kobanê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşiyan
Bi sedan kes li Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan. -
Êrîşên bi çekên kîmyewî li Minbicê hatin şermezarkirin
Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Mibicê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Her wiha sozên tolhildan û berxwedanê hatin kirin. -
Rojnamevanên Şehbayê: Dewleta Tirk ji dengê azad ditirse
Rojnamevanên Şehbayê nerazîbûn nîşanî êrîş û girtinên rojnamevanên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê dan û gotin “Faşîzma dewleta Tirk ji bo li ser heqîqetê bigire, tevahî sînorên mirovahiyê binpê kiriye." -
Rêveberiya Xweser: Em ê li ser xeta berxwedanê ya Kobanê bin
Rêveberiya Xweeser bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku yekîtiya gelan serketin bi xwe re anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li ser xeta berxwedanê ya Kobanê em bi biryar û israr in." -
'Di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola jinê girîng e'
Jinên ku tevlî Forûma Jinan a Helebê ya Çandî bûn diyar kirin ku di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rola jinê girîng e û bal kişandin ser vî tiştî serhildana ku li Îranê hatiye destpêkirin, temsîla hemû jinan dike. -
Cenazeyê Şehîd Cemal Derwêş hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Cemal Derwêş ê şehîd bû, hat veşartin. -
Çeteyên HTŞ’ê li Efrînê 4 kes revandin
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li navçeya Şera ya Efrînê 4 kes revandin. -
Ji bo 183 şervanên şehîd bûne, merasîma bîranînê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê ji bo 183 şervanên ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûn, merasîma bîranînê li dar xist. -
Li Tebqa û Şehbayê êrîşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin
Bi tevlîbûna bi sedan ciwanan li Tebqayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagiker û bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser qadên gerîla şermezar kirin. Li Şehbayê jî bi sînevîzyonekê gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin bibîranîn. -
QSD’ê: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, 2 jî hatin girtin
QSD’ê ragihand ku li Dêrezorê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û 2 ji wan jî hatin girtin. -
'Berxwedana me wê heta rizgarkirin herêmên dagirkirî dewam bike'
PYD'ê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Berxwedana me ya li dijî dagirker û çeteyan, heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera penaberan a li cih û warê xwe wê dewam bike." -
YPG'ê bersiv da: 13 dagirker hatin kuştin
YPG'ê diyar kir ku di çalakiyên bersivdanê de 13 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, ku 4 ji wan leşker, 9 jî çete ne. Hate ragihandin ku wesayitek, çekek A-4 û çekek bombeavêj jî hatine îmhakirin. -
Xelkê Efrînê: Rêber Apo navenda çareseriya kaosê ye
Şêniyên Efrînê işaret bi xurtbûna têkiliya gel a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin û destnîşan kirin ku Ocalan navenda çareseriyê ye. -
Kongra Star Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir
Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga xwedî derketina li şoreşa azadiyê kir. -
Hevseroka TEV-DEM'ê: Dem hatiye ku gelê Kurd ji PDK'ê re bibêje; Raweste
Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed anî ziman ku PDK'ê bi desteserkirina maskeyên gazê piştgirî da çeteyên dewleta Tirk û got, "Li şûna ku fedaiyên gelê Kurd biparêzin, dijmin parastin." -
Dayika şehîd: Ya ku PDK dike xiyanet e
Dayika Serdem Agirî, ku bi çekên kîmyewî şehîd ket, Hamdiye Ehmed got, "Ya ku PDK dike xiyanet e. Eger wê ne bi gerîla re bin, çima ji xwe re dibêjin 'Em Kurd in'." -
Ciwanan bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat protestokirin. Her wiha Ciwanên Minbicê ji bo bal bikêşin ser êrîşên li dijî gerîla kon vedan.