Li Efrîn a dagirkirî çete bi hev ketin: 3 jin hatin qetilkirin

Li bajarê Kurdan Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û Cephe Şamiye bi hev ketin. Di vî şerê çeteyan de 3 jin hatin kuştin ku yek ji wan ducanî bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li Efrînê ku ji Adara 2018'an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û Cephe Şamiye bi çekên giran û tankan şerê hev kirin.

Di vî şerî de jin a ducanî Fatîma Mehmûd El Ebid a ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê û du jinên navê wan nehate hînbûn hatin kuştin, gelek zarok jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li Şêrawayê çeteyên HTŞ û Cepe Şamiye bombe li baregehên hev barandine.