Dayika Vehîbe: Em ê teqez li Serêkaniyê vegerin

Vehîbe Seydî Temo ji şêniyên Serêkaniyê ye, ku piştî dagirkeriyê neçar ma mala xwe biterikîne û li Kampa Serêkaniyê bi cih bibe. Dayika Vehîbe dibêje ku wê rojekê teqez li mala xwe vegere.

Vehîbe Seydî Temo ya 63 salî ku li Kampa Serêkaniyê dimîne bi eslê xwe ji Kobanê ye. Dayika Vehîbe 40 sal bûn li Serêkaniyê dima. Lê belê bi dagirkeriya dewleta Tirk re mal û alavên xwe li pey xwe hişt û neçar ma ku tevî zarok û neviyên xwe ji Serêkaniyê derkeve.

Dayika Vehîbe got, "Ji bilî kincên xwe me nekarî tiştekî bi xwe re bibe. Zarok, extiyar, jin bombe li her kesî dibarandin. Me her tiştên xwe li pey xwe hiştin û hatin Hesekê."

Dayika Vehîbe diyar kir ku li Serêkaniyê jiyaneke wan a bi rêk û pêk hebû, çar donim zeviyên wan û xaniyên wan hebû û bi dewamî got, "Xaka me bû. Me cotkarî dikir. Malbata me mezin bû û me debara xwe baş dikir. Niha di vê jiyanê de tiştekî me nema. Em bi zorê debara xwe dikin. Mala me çû. Hilweşandin an na em nizanin. Dibe ku çete lê bi cih bû bin."

'EM DIXWAZIN LI MAL, XAKA XWE VEGERIN'

Dayika Vehîbe ragihand ku ew dixwaze li xaka xwe, li mala xwe vegere û got, "Zehmet e ku mirov dûrî mala xwe bin. Jiyana li ser xaka xwe bi malbata xwe re cuda ye, jiyana li koçberiyê li binê konan cuda ye. Tiştek niha ji destê me nayê. Mala me, zeviyên me ji destê me çûn."

'WÊ BIBE ROJA HERÎ KÊFXWEŞ A JIYANA MIN'

Dayika Vehîbe li benda roja vegera li Serêkaniyê ye û dibêje, "Roja vegerê wê bibe roja herî kêfxweş ji bo min. Hemû malbatên ji Serêkaniyê derketine niha di nava şert û mercên gelekî giran de ne. Em nikarin li mala xwe vegerin, ji ber ku dagirkirî ye. Ne tenê ez, malbat hemû bi vî rengî difikirin. Heta ku DAÎŞ û Erdogan li Serêkaniyê bin em nikarin li mala xwe vegerin. Erdogan zarokên me qetil dike. Gel dilsozê xak, mal û warê xwe ye. Bi hezaran kes ji ber êrîşên Erdogan ji cih û warê xwe bûn. Erdogan ji bo dizî, talan û komkujiyê hat Serêkaniyê."