Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temir hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temirê bombe kir. Ji ber bombardûmanê li Eyn Îsayê mizgeftek xera bû, xisar li gelek gundan bû.
Dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temirê bombe kir. Ji ber bombardûmanê li Eyn Îsayê mizgeftek xera bû, xisar li gelek gundan bû.
Dewleta Tirk 9'ê Cotmehê roja Yekşemê ji saet 16:00 û pê ve dest bi bombekirina gundên li rojavayê Girê Spî û Eyn Îsayê kir.
Êrîş bi fuze, hawan û tankan hate kirin. Di êrîşan de ku yekser li gundan ahte kirin, li gundê Fatsayê beşek ji mizgeftekê xera bû.
Di nava 24 saetên dawî de bi taybetî gundên Cedîda, Mişêrfê, Seramid, Fatsa, Hiwêca, Um Beramîl, Xazilî, Zenûbiya û Xirbet Beqer, her wiha derdora şîrketa çîmento ya Kobanê hatin bombekirin. Bombardûman li ser 25 gundan hate kirin.
MINBIC
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li gel êrîşên li ser Eyn Îsayê roja Yekşemê gundên Bokîc û Ewn Dadat ên li bakurê Minbicê 19 caran hatine bombekirin.
BAB
Gundê Kawkilî yê li rojavayê Babê bi obusan hate bombekirin.
TIL TEMIR
Sibeha Yekşemê gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê û gundê Um El Kêf ê li rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin bombekirin.
ZIRGAN
Gundê Bobî, Esediyê, Dada Ebdal ên Zirganê jî hatin bombekirin.
ŞEHBA
Bi dema herêmî saet di 13:00 de gundên Zîwan û Til Enab ên Kantona Şehbayê hatin bombekirin.