Şêrawa û Şehba hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bombe li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê barand.
Dagirkeran di heman demê de bombe li gundên Bêlûniyê û Til Ecar ên Kantona Şehbayê jî barandin.
Li ser êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.