Komploya 9'ê Cotmehê: Li Hesekê û Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan
Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de daketin qadan.
Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de daketin qadan.
Li herdu bajaran, bi hezaran kes daketin qadan û komploya 9'ê Cotmehê navneteweyî şermezar kirin.
Di çalakiyan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û li dijî komployê dirûşm hatin qîrîn.
Di çalakiyan de ku hîn jî dewam dikin, pankartên bi nivîsa "Xiyanet û komplo hemû wê bêne têkbirin", "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê misoger bibe" û "Li dijî xiyanetê em ê rûmeta xwe biparêzin" hatin hildan.