Ehmed Pîrê: Ji bo pêkanîna projeya Rêber Apo em ê her tim kar bikin

Ehmed Pîrê diyar kir ku ew şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, “Ti carî vîna me naşikê. Em ê her tim kar bikin, ji bo projeya Rêber Apo pêk bînin.”

Ehmedê Pîrê yek ji welatparêzên Rojavayê Kurdistanê  ye, ku sala 1986’an ji Kobanê berê xwe da bajarê Helebê û şensê wî çêbû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne. Ehmed Pîrê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê axivî.

Ehmed Pîrê di destpêkê de got, her cihê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ma, ji bo wan deverên pîroz in û destnîşan kir, ku ji ber li wan deveran fikir, felsefe û dîrok dihate nîqaşkirin.

Ehmed Pîrê got, “Di dîroka Kurdan de 28 serhildan çêbûn. Lê tişta ku Serok APO ji bo gelê Kurd  kir kesekî din nekarî bike. Her wiha ji bo tevahî cîhanê jî zihniyeke nû afirand, ne tenê ji bo gelê Kurd kar kir.”

Ehmed Pîrê bi bîr xist ku hîn di 9’ê Cotmeha 1998’an de komploya navneteweyî li ser Abdullah Ocalan destpê kir, lê belê hîn di salên 1980’î de gava fikir û felsefeya wî li nava gelên Bakurê Kurdistanê belav bû, êrîşan destpê kirin.

Ehmed Pîrê got, “Wê wê demê Gladyo, NATO û dewleta Tirk bi xwe ji bo pêşî li herikandina fikir û felsefeya rêber APO bigirin, tevdigeriyan. Lê Rêber APO wê demê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, ji bo tevgera azadiyê ya Kurdistanê berfirehtir bibe. Hingî Rêber APO berê xwe da Kobanê û li gorî wê xelkê Kobanê rêbertî pêşwazî kir û bi moraleke mezin dan ser şopa rêbretî.”

Bi dewamî Ehmed Pîrê da zanîn ku ewqas Tirkiyeyê û hemû dewletên hegemon dijminatiyê li Rêberê Gelê Kurd dikin, ji ber ku ji fikir û felsefeya wî ditirsin û wiha dewam kir, “Dijmin bi hêvî bû ku Kurd dimirin  û nema dikarin li dijî wan serhildanan pêk bînin. Lê belê Rêber APO hemû planên wan berevajî kir û ji nû ve doza Kurdî şîn kir. Vî tiştî hişt ku ji her derê tevlîbûn di nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê de çêbibe û gelek kesên ji pêkhateyên din cihê xwe di nava rêveberiyên vê rêxistinê girtin û xwîna xwe fedayî pêşvebirina tevgerê kirin.”

Ehmed Pîrê herî dawî da zanîn ku dewletên dagirker texmîn dikirin, ku wê bi komploya 9’ê Cotmehê vîna gelê Kurd bişkînin û got; “Lê belê bila hemû raya giştî û dijmin jî zanibin ku em şagirtê Rêber APO ne. Ti carî carî vîna me nayê şikandin. Her wiha em ê her kar bikin ji bo projeya Rêber APO pêk bînin.”