Li Kobanê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat danîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, ji bo 4 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle konê sersaxiyê dan danîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, ji bo 4 şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle konê sersaxiyê dan danîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li Goristana Şehîd Dîcle a bajarê Kobanê ji bo Şehîd Koçero Batman ku beriya çend rojan di êrîşa hewayî ya dagirkeriya Tirk de li Kobanê şehîd bûbû, Zinarê Reş ê di 22’ê Îlonê de li Metînayê di bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê di 4’ê Cotmehê de bi êrîşa çekdarî şehîd bûbû û Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve di 17’ê Îlonê de şehîd bûbû, konê sersaxiyê danî. Bi sedan şêniyên Herêma Firatê, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclîs, komîn û navçe û bajarên herêma Firatê herikîn bin konê sersaxiyê. Di bin kon de wêneyên şehîdan hat daliqandin.
Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin. Piştre, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşê Efendî axivî û got: “Em rojên xemgîn dijîn. Her mehek ji ya din girantir derbas dibe. Her roj em şehîdekî bi bîr tînin. Lê ruxmî vê jî, em serê xwe ji tiştekî re natewînin, ji ber ku em bi saya fedekariyên şehîdan dijîn.”
Eyşe Efendî destnîşan kir ku îro azadîxwazên li Rojhilatê Kurdistanê bendê tirsê dişikînin û li dijî rejîma Îranê derdikevin û wiha pêde çû: “Heta niha kesî piştgirî nedeya wan. Ew bi tenê li hember guleyên rejîma Îranê disekinin. Kurd jî bi vî rengî ne, ji bo azadiya xwe bi tenê li hemberî guleyên zordestan disekinin.”
Endamê Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Herêma Firatê Salih Nûh jî axivî û got: “Gelê Kurd gotina xwe got, yê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan dimeşe û xwedî zarokên berxwedêr bin ku li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin, têkçûnê nas nakin û bersiva planên dewleta Tirk didin û ajanên wê tune dikin.
Şehîd rastiya têkoşîna me ne. Em ê paş de gav navêjin. Em ê layîqî destkeftiyên şehîdên xwe bin. Şoreşên beriya şoreşa me bi bin ketin, lê belê şoreşa me cuda ye. Projeya neteweya demokratîk wê me û gelê herêmê bigihîne ewlehiyê. Ev xak ya azadîxwazan e, cihê kesên lawaz di nav me de nîn e.”
Ji fermandarên QSD’ê jî Zinar Kobanê jî axivî û got: “Şehîd Koçero fermandarekî rastîn bû, pêşengê me yê Berxwedana Kobanê bû. Lewma em bi ser ketin û Kobanê li xwediyên xwe vegeriya.” Zinar Kobanê diyar kir ku hemû serhildanên Kurdan ji ber xiyanetê negihîştin serî û got: “Lê belê Şoreşa Rojava wê têk neçe, ji ber ku zemînê wê xurt e û gelê têkoşer berxwedana xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wergirtiye.”
Zinar Kobanê bang li şêniyên herêmê kir ku dema tevgerên bi guman dîtin, hevkariyê bi QSD’ê re bikin û got: “Li dijî me şerekî taybet tê meşandin, parastina vê xakê erka her kesî ye.”
Konê sersaxiyê ku îro di saet 10:00’an de hat danîn, wê di saetên êvarî de bi dawî bibe.