HRE: 5 polîsên tîmên taybet û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku li Bab û Şêrawayê çalakiyên bersivdanê lidar xistine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 5 polîsên tîmên taybet ên dagirker (POH) û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 1 û 4'ê Cotmehê de li herêmên Bab, Marê û Şêrawayê çalakiyên bersivdanê lidar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, 1'ê Cotmehê li herêma Babê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakî hate lidarxistin.

HRE'yê diyar kir ku di encama vê çalakiyê de 5 polîsên tîmên taybet (POH) ên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî jî hatiye rûxandin.

Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiyên 4'ê Cotmehê jî ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek birîndar bû. Heman rojê li herêma Şêrawayê jî di çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hate kuştin."