Bi hezaran şêniyên Dêrîkê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Dêrîkê bi meşekî girseyî salvegera 24’emîn ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin. Di çalakiyê de diyar kirin ku ew ê bi hêz û vîna xwe têkoşînê geştir bikin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê ji bo protestokirina 24’emin salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Di dema meşê de hemû dikan hatin girtin.

Bi hezaran kes ji Qada Azadî dest bi meşê kir û bi berzkirina diruşmeyên “Bijî berxwedana Rêbertî”, “Bimire faşîst Erdogan” û “Hilweşe komploya navneteweyî” di nava kolanên navçeya Dêrikê de geriyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Hemû cureyên êxanet û komployê têk bibin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin” hatin vekirin.

Meş li ber navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtingê.

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Seîd Sîpan axivî û diyar kir ku dewletên hegemon û mêtînger di odeyên tarî de civiyan û plana komploya li dijî Rêber Ocalan danîn û wiha got: “Em bi hemû gotinên tund û tûj komployê şermezar dikin. Ev komploya ku di şexsê ronakbîr û fîlozofê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan de pêk hatiye, li dijî gelên herêmê ye.”

Sîpan destnîşan kir ku ew e ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin û wiha anî ziman: “Dewletên hegemon û kapîtalîst li ser derketina Rêber Ocalan ji Sûriyê li hev kir, da ku wî bigirin û radestî dewleta Tirk bikin û di encamê de fikir û felsefeya wî ya li dijberî siyasetên wan ên qirêj, têk bibin.”

Seîd Sîpan wiha dawî li gotina xwe anî: “Bi hêz û vîna dayikên şehîdan, gel û pêkhateyên herêmê ku xwe spartine fikir û felsefeya Rêber Ocalan, em ê têkoşînê geş bikin.”

Mîting bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.