Şehîd Hevrîn Xelef li Hesekê hat bibîranîn

Ji bo Şehîd Hevrîn Xelef a ku 12’ê Cotmeha 2019’an tevî Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Taxa Nasira ya Hesekê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, dema êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’ê cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ji aliyê Koma Ehrar El Şerqiye ya girêdayî SMO ve bi ajokarê xwe Ferhad Remedan re bi êşkenceyê hat qetilkirin. Di salvegera sêyemîn a şehadeta Hevrîn Xelef de, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê li ber navenda xwe ya li Taxa Nasira ya Hesekê merasîma bîranînê li dar xist. Di bin konê merasîmê de wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan hatin daliqandin.

Bi dehan endamên Kongra Star, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, TEV-DEM’ê û saziyên Rêveberiya Xewser ên li kantonê û navçeyên wê beşdarî merasîmê bûn. Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih Zewbe axivî û qala têkoşîna Şehîd Hevrîn Xelef kir û wiha got: “Şehîd Hevrîn têkoşer bû û heta dema şehadeta xwe, ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk kar kir.”

Endama Kongra Star Cûmana Ubêd jî got: “Şehîd Hevrîn girîngiyeke mezin da doza jinan û xwest ku jin jiyaneke ewle, ji zilm û zordestiyê dûr bijîn.” Ubêd, hemû şehîdên ku di rêya bidestxistina azadiya jinan de xwe feda kirine, bi bîr anî.

Merasîm bi dirûşmeya silavkirina têkoşîna Şehîd Hevrîn Xelef û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.