Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Ji şêniyên Efrîn û Şehbayê, bi hezaran kes bi dirûşma “Em plangeriya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya li ser rêberê gelan Seroka Apo şermezar dikin” li Şehbayê li ehv civiyan.
Girseya gel ji navçeya Ehdasê ber bi gundê Meratê ve bi qîrîna dirûşmên li dijî komployê meşiya.
Piştre jî li gundê Meratê deqeyek rêz hate girtin û li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.
Nûnerên gelek sazî û meclîsan li qada mîtîngê axivîn. Beşdarên meşê jî li ser mijarê nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin.
Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelûx Bekir destpêkê komploya navneteweyî şermezar kir ku gelek dewlet di nav de hebû û got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan îro şêniyên Efrîn û Şehbayê daketine qadan. Ji roja destpêkê ya komployê û vir ve hêzên komploger hewl didin gel û Rêber Ocalan ji hev qut bikin. Lê dikin nakin nikarin vê bikin. Her kes ji bo azadiya Rêber Ocalan li ser piyan e.”
Endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Mihemed Wês jî komplo şermezar kir û got, “Em ji civaka navneteweyî û hemû saziyên mirovî daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin.”