Cenazeyên şehîdên HRE’yê hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên HRE’yê Zinar Til Qirah û Egîd Efrîn, bi berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin.

Şêniyên herêma Efrînê bi karwanekî wesayîtan cenazeyên şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Elaudîn Salîbî (Zinar Til Qirah) û Masûm Bagdaş (Egîd Efrîn) ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê, di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Îbrahîm Kenco axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Kenco wiha domand: “Bi saya fedakariyên şehîdan mîna Zinar û Egîd em bi vîna xwe dijîn û herêmên xwe diparêzin. Bi zimanê xwe dixwînin û xwe bi xwe rêve dibin. Bi saya wan em projeya xwe berdewam dikin ku banga mirovahî û exlaqê dike.”

Kenco careke din soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanca wan û rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî da.

Di merasîmê de endama Meclîsa Jinên Azad a Şehbayê Sîham Elo axivî û banga hevgirtinê li şêniyan kir da ku planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bişkînin, her wiha banga mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî kir.

Piştre, endamê Komîteya Civaka Demokratîk (KPC-D) Avdar Elo nasnameyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan spartin axê.