Li Efrînê 5 welatî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê 5 welatî revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê 5 welatî revandin.
Çeteyên "Feyleq El Şam" yên girêdayê artêşa Tirk a dagirker duh girtin ser gundê Burc Heyder ê Şêrawayê û 5 welatiyên bi navê Mistefa Ehmed Silo, Nebî Gule Xeyrî, Mihemed Eheme Silêman, Elî Ehmed Selûm û Xelîl Nebî Semo bi hinceta ku baceyan nadin, revandin û birin cihekî ne diyar.
Hate zanîn ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, welatiyan neçarî koçberiyê dikin.