ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwan li Qamişlo, Tebqa û Minbicê li qadan bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye bi dirûşma ”Tolhildan Soza Me Ye” li Qamişlo bi pêşangeheke wêneyên gerîlayên şehîd bûne şehîd bibîr anîn. Li Tebqa û Minbicê jî ciwan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li qadan bûn. -
Ciwanên Hesekê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan
Li bajarê Hesekê ciwanan li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ber bi baregeha Emrîkayê ve meşiyan. -
Ciwanên Ereb banga tolhildanê kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî heta Goristana Şehîdan meşiyan û banga tolhildanê kirin. -
Rojava ji bo gelên Sûriyeyê bûye qada ewle
Alayan Şahab ê ji Hûmsê ku ji zilma DAÎŞ'ê reviya û xwe li qada Şoreşa Rojava girt, tevî malbata xwe di nava parastina şoreşê de cih digire. -
Xwendevan û ciwan li dijî çekên qedexe li Kobanê li qadan bûn
Bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Demokratîk bi sedan endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşek hate lidarxistin û bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin. Li Şêxler jî ciwan li qadan bûn. -
Saziyên Birîndarên Şer: Em xwedî li berxwedana gerîla derdikevin
Saziyên Birîndarên Şer ên li Minbic û Tebqayê, berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî silav kirin. -
'Destê PDK'ê di xwîna keça min de heye'
Vesfiya Mehmûd Beşîr a ku keça wê Rûksen Zagros di êrîşa kîmyewî de şehîd bûbû, got, “Destê PDK’ê di xwîna keça min de heye. Helbet wê rojekê tola van şehîdan bê hilanîn.” -
Berxwedan ê ku bombeya xwe hembêz kir
Berxwedan Amed ê fedayî yê ku nûnertiya xeta berxwedanê ya li Girê Spî dike, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, bi ruhê Arîn û Îlanan bombeya xwe hembêz kir. -
Ciwanan li Reqayê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa daketin kolanan û li dijî bikaranîna çekên kîmyawî û tevahî çekên qedexe li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi çalakyekê protesto kirin. -
Bikaranîna çekên kîmyewî li Kobanê hat protestokirin
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkçûna xwe veşêre çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne û destnîşan kirin ku tekane rêya têkbirina van êrîşan berxwedana li dijî dagirkeriyê û piştgiriya gerîla ye. -
QSD’ê azadkirina Reqayê silav kir
QSD’ê salvegera azadkirina Reqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê silav kir. -
Xelkê Qamişloyê li dijî êrîşên çekên kîmyewî meşiya
Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Qamişloyê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. -
Gelê Reqayê êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kir
Li Reqayê bi hezaran kesan êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî kiribû, şermezar kirin -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê: Tevahî hêzên cîhanê hevkarê van êrîşan e
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li hember gerîla bikar tîne û di encamê de 17 gerîla şehîd bûne de nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “PDK’ê û tevahî hêzên cîhanê hevkarê van êrîşan e.” -
Şêniyên Girê Spî li hêviya vegerê ne
Kampa ku hezar û 260 malbatên ji Girê Spî lê dimînin, li gel gelek pirsgirêk û kêmasiyan jî li benda roja bidawîkirina dagirkeriyê ye. -
Reqa bû bajarê aştî û yekîtiyê
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Evdilselam Hemsorik anî ziman ku DAÎŞ'ê bajar xera kiribû û got, wan bajar kirine bajarê aştî û yekîtiyê. -
Rastiya faşîst a dewleta Tirk li Efrînê careke din eşkere bû
Rastiya faşîst a dewleta Tirk, ku ji aliyê taktîkî ve nû, ji aliyê stratejîk ve nayê guhertin, li Efrîn a dagirkirî bi şerê navbera çeteyan careke din eşkere bû. -
Li Tebqayê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşa meşaleyî
Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin. -
Xelkê Rojava bertek nîşanî êrîşên bi çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî da
Meclîsên Malbatên Şehîdan ên li Herêma Cizîrê û saziyên civaka sivîl ên li Helebê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. -
Ciwanên Şoreşger li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li qadan bûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, daketin qadan û meşiyan. -
PYD’ê banga seferberiyê kir
PYD’ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, bang li gel û hêzên Kurdistanî û demokratîk kir ku hemû derfetên xwe li hember dagirkeriya Tirk seferber bikin. -
Xelkê Kobanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiya
Bi hezaran ji şêniyên Kobanê bi meşekê li ber êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn. Xelkê Kobanê bang li her kesên xwedî wijdan kir ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. -
Şervanekî YPG'ê şehîd bû
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Çekdar Efrîn di encama nexweşiyê de şehîd bûye. -
TEV-DEM'ê ji bo şerê gel ê şoreşgerî bang kir
TEV-DEM'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, ji bo şerê gel ê şoreşgerî banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Kongreya Star: Divê dewleta Tirk ji ber sûcê şer bê darizandin
Kongreya Star diyar kir ku dewleta Tirk rê û rêbazên Hîtlerî bi kar tîne û bang li saziyên pêwendîdar ên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û rejîma AKP-MHP'ê ji ber sûcên şer darizînin.