Li Rojava komplo hat şermezarkirin

Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmaha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meş hatin lidarxistin.

Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Rojava meş û çalakî hatin lidarxistin.

REQA

Bi hezaran şêniyên Reqayê ji pêşiya avahiya Meclîsa Giştî ya Reqayê ber bi Qada Agirkujiyê ya naverasta bajar ve meşiyan. Şêniyan di meşê de pankartên "Bimire Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan", "Na ji tecrîd û dagirkeriya Tirk re" û "Dem dema azadiyê yeʹʹ vekirin û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Meş li Qada Agirkujiyê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Bi navê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê Xilûd Mihemed axivî û got: "Em komploya qirêj a li dijî Rêberê projeya neteweya demokratîk Rêber Adulalh Ocalan e ku xwediyên desthilatdarî û nîjadperestiyê vê projeyê red dikin. Rêber Abdullah Ocalan xwest xwişk û biratiya gelan û yek gelî bêyî cûdabûn ava bike, lê desthilatdar vî fikrî red dikin. Ji ber fikrekî mirovî, exlaqî û çandî ye."

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama meclîsê Cahîda Mistefa şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn soza şopandina xeta şehîdan û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Di çalakiyê de şêxê eşîra El Elî û endamê Meclîsa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remedan El Rehal ev tişt got: "Bi xêrhatina we dikim, ji vir silavan ji Rêber Abdullah Ocalan alîgirê mirovahî û gelan re dişînim. Raman û teoriyên Rêbertî em ji terorê parastin. Her wiha bi keda leheng û fermandarên QSDʹê em rizgar bûn."

Piştî axaftinan qeyda deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

TEBQA

Li bajarê Tebqayê bi sedan kes li dijî komploya navneteweyî meşiyan. Meş ji taxa yekemîn "Ewel" ber bi navenda Çand û Hunerê ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Bijî xwişk û biratiya gelan" û "Ji Rêber Ocalan re azadî" hatin berzkirin.

Girseya şêniyan li ber navenda Çand û Hunerê rawestiyan. Li vir Hevseroka Meclîsa Rêveber a Reqayê Hind El Elî axivî û wiha got: "Em hemû şehîdên tevgera berxwedanê, tevgera gelan ên ku bi dirûşmeya ʹHûn nikarin roja me tarî bikin’ li derdora Rêbertî xwe kirin xelekên ji agir, bi bîr tînin."

Hind El Elî anî ziman ku hemû hêzên kapîtalîst ên cîhanê ji bo ku destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin û fikrê Rêberê Gelê Kurd ê ku li ser sîstema wan xetere ye, têk bibin komplo pêk anîn û wiha domand: "Di 24 saetên dawî de serketina fikrê Rêber Ocalan û berxwedana wî di girtîgeha dewleta Tirk de îsbat bû ku gihişt tevahî cîhanê." Hind El Elî îşaret pê kir ku berdewama tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û nepêkanîna biryarên NYʹê yên derbarê doza wî de nîşaniyeke eşkere ya hevkariya hêzên modernîteya kapîtalîst bi dewletaTirk re ye ku hewl didin maf û nasnameya gelê Kur tune bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Hind El Elî, wiha got: "Em komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan, tevahî siyaset û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û projeyên hêzên kapîtalîst yên rewakirina dagirkeriya Tirk li ser xaka me şermezar dikin."

DÊRAZOR

Li gundewarên rojava yê Dêrazorê, bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandana şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn. Xwepêşandan ji Çerxeriya Kesre ber bi Meclîsa Herêma Rojava ve bi rê ket.

Xwepêşandêran dirûşmeyên "Na ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re" berzkirin û pankartên "Erdogan terorîst e" û "Na ji dagirkeriya Tirk" re hilgirtin.

GUNDEWARÊN ROJHILAT Ê DÊRAZORÊ

Şêniyên banga bidawîkirian tecrîdê û serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Li gundewarên rojhilat ê Dêrazorê, jî bi sedan şênî, rûspiyên eşîran û nûnerên meclisên herêmê, saziyên sivîl û meclîsên malbatên şehîdan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji pêş Nexweşxaneya Giştî ya Hecînî ber bi  avahiya Meclîsa Herêma Rojhilata ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de pankartên "Ji Rêber Ocalan re azadiya fîzîkî ", "Hilweşe komploya navneteweyî" û "Hilweşe dagirkeriya Tirk" hatin hildan.

Meş li ber avahiya Meclîsa Herêma Rojhilat rawestiya. Li vir  Hevserokê Meclîsa Gel a Hecînê Selah El Selman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîna bi hemû şêwe û rêbazên xwe yên cuda berdewam dike. Armanca ji komployê têkbirina têkoşîna rizgariyê ya bi serkêşiya Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan e.

Bi çavekî seranser mirov nikar li bûyer û encamên vê komployê binêre, ji her kesî ev eşkere ye ku plankirina vê komployê li ser bingeha avakirina hêmanên xizmetkirina ji berjewendî û siyaseta gelek hêz û aliyên cîhanê û herêmê pêk hatin û hîna dewleta Tirk di vê komployê de bi rêya hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.“

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina vîna gelan û têkbirina ruhê berxwedanê û binketina projeya neteweya demokratîk ku xwe dispêre fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, herêmê hedef digire û hate gotin ku lê bi vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyên wê bi bin ketin û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser ket.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bila hemû komploger bizanin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîta azadî, jiyana hevbeş û çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn e.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hecînê daxuyaniyek da. Hevserokê meclîsê Rakan El Mizel daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin: "Em Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan ku dewletên îsîxbaratê ji bo têkbirina felsefe û fikrê wî pêk anîne, şermezar dikin.

Êrîşên bênavber li gel û herêmên Rêveberiya Xweser û topbaranên li dijî Serêkaniyê, Kobanê  Girê Spî bi armanca vegerandina berjewendiyên Osmaniyê Ii herêmê ne, koçberkirina gelan û derbekirina îstîqrar û ewlehiyê ye.

Dema me bi hezaran şehîd û birîndar dan, wê demê em li ser xeta wan dimeşin ku hîna jî bidin.

Em bang li NY’yê, Rêxistina Mafên Mirovan û Dadgeha Edlê ya Navnetweyî dikin ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan bi dawî bikin, bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bisekinin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser xak û gelê me bi dawî bikin."