Komîteya Koçberan bîlançoya dagirkeriyê ya 3 salan eşkere kir

Komîteya Koçberan bîlançoya 3 salan a sûcên ku dewleta Tirk a qirker li Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî, eşkere kir û got: “511 kes hatin girtin, 185 kes hatin revandin, êşkence li 325 kesan hat kirin. 92 girtî revandin Tirkiyeyê û 56 kes hatin qetilkirin.”

Bi destpêkirina hemleya Komîteya Koçberên Serêkaniyê re ku bi hevkariya Weqfeya Hevdestî ji bo Qurbaniyan (Tazour) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Vegera ewle mafê me yê rewa ye” ragihandiye, bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û kantona Girê Spî pêk hatine, eşkere kir.

Berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso piştî civîna çapemeniyê ji bo ragihandina hemleyê ku li Kamp Weşûkanî lidar ketiye, daxuyanî xwend.

QETLÎAM, REVANDIN Û ÊŞKENCE

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji dema dagirkirina her du herêman ve di Cotmeha 2019’an de û heta niha, 511 kes hatine girtin di nav de 68 jin û 42 zarok hene. 185 kes hatine revandin. Li 325 kesan îşkence hatiye kirin. Herî kêm 5 kes di bin îşkeneyê de hatine kuştin. 92 girtî veguhastine Tirkiyeyê, di nav de li 48 kesan cezayên di navbera 13 salan heta cezayê muebetê de hatiye birîn.  56 kes hatine kuştin di nav de 11 jin hene û 11 kes hatine îdamkirin.”

DAGIRKERÎ, XESP Û TALAN

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdeyê ji sedî 85 şêniyên Serêkaniyê venegariyane malên xwe û wiha hate gotin: “2 hezar û 500 malbatên koçber li şûna yên resen hatine bicih kirin. 55 malbatên DAÎŞ’ê yên Iraqî li malên ku li Serêkaniyê hatina desteserkirin hatine bicihkirin.

Dagirkeran piştî dagirkirinê li her du herêmên dagirkirî, zêdetirî 5 hezar û 500 malên welatiyan, zêdetirî hezar û 200 dikan desteser kirine. 55 gund ji şêniyên wê yên resen vala kirine. Zêdetirî milyonek donim (100 hezar hiktar) zevî desteser kirin.”

145 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Her wiha di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di Li herêmê ewlehî tune ye, herî kêm 72 teqîn rû dane ku di encamê de 145 sivîl di nav de jin û zarok hene hatine kuştin, zêdetirî 300 kes birîndar bûne. Her wiha 46 caran komên Artêşa Watanî ya Sûriyê bi hev ketine û di encamê de herî kêm 3 welatî hatine kuştin û zêdetirî 25 birîndar bûne.

Sûcên li herêmê tên kirin ji vê bîlançoyê zêdetir in.”