Komploya 9’Cotmehê li Minbicê hat protestokirin
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşeke girseyê li Minbicê hat protestokirin.
Salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşeke girseyê li Minbicê hat protestokirin.
Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Minbicê bi meşeke girseyî hate protestokirin. Bi dirûşmeya "Bi ruhê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişkînin", hezaran şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkes tev li meşê bûn. Meş ji çerxerêya Karkerên Paqijiyê dest pê kir û li qada giştî ya naverasta bajar veguherî mîtingê.
Li vir endamê Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zekî Hesen axivî û got: “Hêzên kapîtaîst û amperyalîst ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, lewra komplo li dijî wî pêkanîn û zextên herî giran li ser wî dikin da ku wî ji qada şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn derxînin.“ Zekî Hesen anî ziman ku ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Minbic û gundewarê wê Cûma Heyder jî axivî û wiha got: " Em li vir kom bûne da ku komploya navneteweyî ya ku dewletên amperyalîst û kapîtaîst a cîhanê pêk bînîne şermezar bikin. Ev hêzên li dijî azadiyê bê westandin kar dikin da ku dengê heqîqet û azadiyê bisekinin. Em ê li qadan bin û têkoşînê xurt bikin heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad bibe."
Endama Rêveber a Kombûna Zenbûya ya bajarê Minbicê Ruweyda Hinêdil komploya 9ʹê Cotmehê şermezar kir û destnîşan kir ku komplo kesayeta rêbertî yê xwediyê fikrê neteweya demokratîkir ê ku hemû pergal û dewletên kapîtalîst jê ditirsin, hedef girt.
Mîting bi dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.