Herêma Firatê: Têkoşîna me wê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome

Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê bi dirûşmeya “Wê sala 25. a Komploya Navnetewî bibe sala vala derketina komployê û pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo” Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, bi hezaran şêniyên kantonên Girê Spî û Kobanê yên herêma Firatê xwepêşdanan kir.

Xwepêşdanê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê destpê kir, heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.

Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Ji bo Rêbertî re azadî”, “Bimire faşîzm” û “Kesek nikare Roja me tarî bike” hatin hilgirtin û bênavber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin.

Li Qada Şehîd Egîd, Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha axivî: “Di ser komployê re 24 sal derbas bûn, xwestin bi rêya wê tevgerên rizgariyê bi dawî bikin û gelê herêmê vegerînin serdemên tarî. Lê hemû planên wan bi bin ketin, fikr û felsefeya Rêbertî sînorên girtîgehan derbas kirin û ji bo gelên bindest bû rêya ber bi azadiyê. Her wiha bû derbeyek ji dewleta Tirk a dagirker re.”

Şahîn destnîşan kir ku îro bi milyonan şopdarên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene ku banga azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin û got: “Li her herêmeke Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xwepêşdanên mezin hene. Ev serketineke mezin e.”

Mihemed Şahîd da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, belku ruh û fikirekî azad e û bi saya vî fikirî û vê ruhî îro pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bendê tirsê şikandin, xwe bi xwe bi rêve dibin û bi hezaran zarokên wan sînorên xwe diparêzin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi rêya felsefeya Rêbertî me xwe nas kir, em bi saya wê bi azadî dijîn. Lewre, wekî pêkhateyên herêmê em deyndarên Rêbertî ne. Heta ku dîwarê girtîgeha Îmraiyê hilweşînin, dewleta Tirk a dagirker ji axa xwe biqewitînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin, em ê têkoşînê bidomînin.”

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, bi dawî bû.