Li Eyn Îsa gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Li Eyn Îsa gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Li Eyn Îsa gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Li Eyn Îsa bi sedan kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Bi sedan şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî beşdarî xwepêşandana ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve hatibû organîzekirin, bûn.
Gel ji Çarxerêya Dîsîplîna Leşkerî dest bi xwepêşandanê kir û li cem Çarxerêya Şehîd Cûdî rawestiyan. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Ocalan mifteya azadiya gelan e û çareseriya krîza li herêmê ye" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
Li ser navê Navenda Herêma Firatê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Mehmûd axivî û tecrîd şermezar kir.
Mehmûd, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji fikrên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelan daniye û pratîzekirina wî fikrî ditirse û got, “Em bi îdeolojî û fikrê Rêberê enternasyonalîst xwe bi çek dikin. Em ê bi ruhê berxwedanê tecrîdê bişikînin û planên dijberî gelên Sûriyeyê pûç bikin.”
Xwepêşandan bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”bi dawî bû.