Êrîşên dewleta Tirk dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê sivîlek birîndar kir, li Til Temirê jî bi obusan êrîş kir.

Artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser gundê Boban ê Kobanê. Di encama vê êrîşê de Fewaz Osê (31) birîndar bû.

Li gorî agahiyan Osê dema ku li mala xwe rûniştîbû bi fîşekê birîndar bûye.

Birayê Fewaz Osê, Ferhad jî dema ku hewl dida birayê xwe bigihîne nexweşxaneyê, di rê de qeza kir û ji serê xwe birîndar bû.

Herdu birîndar li Nexweşxaneya Emel a Kobanê têne dermankirin. Li gorî rayedarên nexweşxaneyê rewşa herduyan jî giran e.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi obusan bombe li gundê Eboşê yê Til Temirê barand.

Têkildarî encama bombardûmanê agahî bi dest neketin.