YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûye eşkere kir, ku ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ye.
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûye eşkere kir, ku ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ye.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em nasnameya rêhevalê xwe Mihemed Celîl bi nasnav Aras Xalid ku di dema seferberiyê de hatibû û di Berxwedana Serdemê a Efrînê di meha Sibatê de şehîd ketibû, ji gelê xwe û raya giştî re parve dikin.
Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên qirker û mêtinger ên li dijî Kurdan û gelên azadîxwaz her tim di meriyetiyê de dihêle û li ku derê ev destkeftî hatibin bidestxistin êrîşî wê derê dike. Destpêkê xwest bi rêka komên çeteyan destkeftiyên Şoreşa Rojava berovajî bike lê tiştê ku armanc kir pêk nehat. Ji 20’ê Çileya 2018’an ve rasterast êrîşê axa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Êrîşên berfireh ên li ser gelê me di vê dîrokê de li ser bajarê Efrînê bû. Di vê êrîşa dagirkeriya li ser Efrînê de dewleta Tirk a qirker derfetên xwe hemû seferber kirin. Li hember van êrîşan jî berxwedaneke xurt hat raberkirin û bû ‘Berxwedana Serdemê’. Bêguman di vê berxwedanê de rola esasî, ked û fedakarîya mezin a şehîdên me ne. Keç û xortên delal ên çar parçeyan Kurdistanê yên ji gelê xwe û welatê xwe hez dikin û canfîda ne berê xwe dan Efrînê û tevlî Berxwedana Serdemê bûn.
Rêhevalê me Aras Xalid di navçeya Seyîdsadiq a bi ser bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Gelê me yê Başûr jî bi salan ji dagirkeran êş kişandine, bi gelek zilm û zordariyê re rû bi rû mane lê tevî van hemû êş û eleman li ber xwe dane û ji bo azadiyê têkoşîneke bêhempa dane meşandin. Rêheval Aras jî bi vê çandê ve qarakterê xwe avakiriye û di dema seferberiyê de berê xwe daye Efrînê. Berxwedana Serdemê a 58 rojan ajot û her rojê wî ji rojên din girantir û dijwartir bû ev bi saya şervan û gelên me yên xwedî ruhên Apoyîyan bû. Rêhevalê me Aras jî bi sekna xwe ya welatparêziyê û bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran navê xwe xist nav lehengên şoreşa mirovahiyê.
Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz û malbata şehîd Aras re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez armancên gelê xwe û şehîdên xwe pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Aras Xalid
Nav û Paşnav: Mihemed Celîl
Navê Dayikê: Dilsoz Hemêkerîm
Navê Bav: Xalid Mihemed Celîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Sibata 2018’an.