Li dijî tecrîdê bi hezaran daketin qadan
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketin qadan.
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketin qadan.
Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi pêşengiya Saziyên Sivîl û Leşkerî daketin qadan. Di meşa ku ji Qada Jina Azad destpêkir û heta dawiya kolana 48’an dewam kir de, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Piştî meşê deqeyek ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin. Piştre Rêveberiya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xwînav Xelîl têkîldarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftinek kir. Xelîl destnîşan kir ku CPT’yê peywira xwe pêk ne aniye û got, “CPT’yê ku her carê bi rengekî cuda daxuyaniyê dide, diyar kiribû ku wê di derbarê rewşa Rêber Apo de piştî 6 mehan agahî parve bike. Lê belê li holê tiştek tune ye.”
Xelîl, anî ziman ku heta azadiya fîzîkî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û tecrîd bi dawî dibe wê wek ciwan li qadan di nava çalakiyan de bin û got, “Armanca tecrîdê têk birina projeya Netewa Demokratîk e. Em ê li dijî her cure êrîş li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.”