Ji 17’ê Nîsan heta niha dewleta Tirk bêyî navber Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi her cure çekan dide ber bombeyan. Xizm û malbatên gerîlayan li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nêrîna xwe anîn ziman.
Emîne Yasîn got ku bingeha avakirina Kurdistanê gerîla ye, bi berxwedana Hakî Karer, Kemal Pîr, Egîd û Mazlûm Dogan hat avakirin û piştre ev bingeh pêl bi pêl bilind bû heta bi îro. Emîne Yasîn got, "Ji bo em jî zimanê xwe û mafê xwe yê jidestçûyî bibin xwedî, me dayikan perçeyek ji kezeba xwe kir diyarî li Kurdistanê.”
‘HEVKARÊN TIRKIYEYÊ XWE JI VAN KIRYARÊN DEWLETA TIRK RE KER KIRINE’
Emîne Yasîn diyar kir, ku armanca dewleta Tirk qedandina gelan e û wiha got: “Dewletên hevpar xwe li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker re ker kirine. Lê bila gerîlayên me bizanin ku gelê wan bi wan re ye û bila bi gelê xwe serbilind bin, heta kesê dawîn em ê li pey gerîlayên xwe yên azad bin.”
Emîne Yasîn da zanîn, ku dewletên ku piştgirî dane Tirkiyeyê û dibêjin bila bi çekên kîmyewî li gerîla bê xistin baş bizanin ku gerîla ne bi tenê ne û got: “Me Kurdan serê xwe bilind kiriye, wê dijmin bi bin bikeve.”
Emîne Yasîn got ku gerîlayên azad jî, xewin û xeyalên xwe hene, ji bo avakirina Kurdistanê û azadiyê her li ber xwe dane û wiha domand: “Gerîlayên azad ji bo azadiyê canê xwe feda dikin, li ber xwe didin, têdikoşin. Lewma em ê tim hebin, rast e ku bi tank û topan êrîşan dikin. Lê em bi dilê xwe li ber xwe didin, em ê bi berxwedanê tola şehîdên xwe hilînin û tu gavan bi şûn de neavêjin, her ku Erdoganê qirêj çekên kîmyewî bi kar tîne, hîn zêdetir hêrsa me radibe, em li ber xwe didin.”
‘RÊYA RAST FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO YE’
Emîne Yasîn a dayika şehîd anî ziman ku rêya wan rast e, ew rêya fikir û felsefeya Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û doza şehîdên xwe dişopînin û wiha bilêv kir: “Em di rêya rast de dimeşin û rêya me rêya serkeftinê ye. Em ê bi ser bikevin û bila baş bizanin ku em ê her li ber xwe bidin.”
‘HER GERÎLAYEK BI HEZARAN KESAN E’
Dayika şehîd Emîne Yasîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gerîlayek bi hezaran kesan e. Doza gerîla doza me ye. Gerîla û gel yek in. Serkeftin a me ye. Bila baş bizanin ku em ê heta bi hetayê bi gerîlayên xwe re bin.”
‘GERÎLA ÎRADEYA BI MILYONAN KESAN E’
Birayê Şehîd Sebrî Faris Etî anî ziman ku ji destpêkê heta niha timî gerîla rastî êrîşên tunekirinê hatiye û got: “Ji bo qedandina gerîla her tiştên derexlaqî dikin. Her roj çekên qedexekirî bi kar tîne. Gerîla îradeya bi milyonan kesan e. Gerîlayan ji tunebûnê hebûn ava kir, ji mirinê jiyan ava kir. Gerîla ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest e. Heta hemû gel azad bibin, wê gerîla her tim têbikoşin.”
‘GERÎLA BETON ŞIKAND Û BÛ ŞITLEKÊ KU ROJ BI ROJ MEZIN DIBE’
Etî ragihand ku dewletên hevkariyê dikin û êrîşê gerîla dikin, dixwazin gerîla biqede û wiha dewam kir: “Gerîla zêdeyê 40 salan e bêyî navber li ber xwe didin, lê dewleta Tirk dibêje me ser Kurd û gerîlayan beton kir. Gerîla bi berxwedanê ev beton şikand û bû şitlek ku roj bi roj mezin dibe. Mezinbûyîna gerîla, mezinbûyîna Kurdan û hesabxwestina ji dîrokê ye.
“Rolê Kurdan di şaristaniyê de girîng e, lê dewletên xwînxwar nexwest Kurd xwedî rol û mîsyon bin. Ji ber ku dizanin heke Kurd bibin xwedî rol, wê dewletên bi rijandina xwînê ava bûne, hilweşin û dawî li rola wan were. Mirov dibîne ku tu çareserî li cîhanê pêk nayê heta parastina gerîla û Kurdan neyê kirin. Divê hemû kes li dora gerîla bibe xelek. Gerîla dîroka azadiyê ji nû ve dinivîse. Kar û berxwedana gerîla naqede. Erka me û ya her kesê ew e ku em piştgiriyê bidin gerîlayên azad.”
‘GERÎLA JI BO HEMÛ GELÊN BINDEST E’
Fîras Etî anî ziman ku erka wan ew e ku heta ew li vê dinyayê hene û heta nefesa dawî divê piştgiriya berxwedaniya gerîla bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Roj bi roj şerekê taybet li hemberî gerîla tê kirin. Em bang li gel dikin ku piştgiriyê bidin gerîla. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibêje; ‘Eger te nekarî tiştek bikî, li ser nimêjê dua ji gerîla re bike, bes e’. Gerîla ji bo hemû gelên bindest têdikoşe û her gelê bindest tevlî berxwedanê dibe.”