Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdurehman Xidir hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdurehman Xidir ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat veşartin.

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdurehman Xidir (Elî Hesekê) yê ku 10ʹê Kanûnê ji ber krîza dil şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê velartşbç

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîza Yûnis axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Dewleta Tirk bi êrişên xw hewl dide îradeya me bişkîne û lêza me lawaz bike, lê madem em şopdarên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in tu kes nikare îradeya me bişkîne."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Gulçîn Ehmê nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Xidir Ebdurehman bi dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.