Tecrîd li herêma Cizîrê hat protestokirin

Bi çalakiyên li gelek bajarên herêma Cizîrê hatin lidarxistin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin; ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga geşkirina berxwedanê hat kirin.

Komîteya Parastina Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê, ji bo dawî li tecrîdê bê, di çarçoveya banga geşkirina berxwedanê de li Kantona Hesekê û ya Qamişloyê gelek çalakî li dar xistin. Di meşa li Til Berakê hat lidarxistin û panelên li Çilaxa, Qamişlo û Hesekêyê hatin danîn de bang li Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) hat kirin ku demildest li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê bide.

Li navçeya Til Berak a Kantona Qamişloyê, ji ber Şaredariya Gel heta Çerxerêya Şehîdan meşek hat lidarxistin. Endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Star tev li meşê bûn.

Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Til Berakê Wela El Mihamîd ku axivî, diyar kir ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêya çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û garantiya aştî û ewlehiyê ye.

Di panelên li Çilaxa, Qamişlo û Hesekêyê hatin danîn de, behsa tecrîda Îmraliyê û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî komployê hat kirin û niqaş li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarê jiyana bi wekhevî, siyaset û civaka ekolojîk hat kirin.