Li Heleb û Şehbayê li dijî ambargoyê meş hat lidarxistin

Xelkên Heleb û Şehbayê li dijî ambargoya hikûmeta Şamê meşiyan û gotin: “Ambargo çi qas jî giran be, berxwedan û têkoşîna me pê naşike.“

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên sivîl û partiyan ji bo şermezarkirina dorpêça hikûmeta Şamê daketin qadan. Xwepêşandêran pankartên “Em dixwazin bendên Firqeya 4`an ji rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve vekişin”, “Na ji dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re”, “Em dixwazin bi azadî di navbera Heleb û Şehbayê û parêzgehên din ên Sûriyeyê de herin û werin”, “Na ji dorpêça tengav û şer re”, “Em dev ji mafê xwe di jiyana azad de bernadin”, “Na ji dorpêçê re, na ji dorpêça li ser zarokan re” û “Em serî ji zilmê re natewînin, berxwedan jiyan e” hildan.

Xwepêşandan ji ber hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li ber benda kontrolê ya Firqeya 4’an a hikûmeta Şamê ya li taxê, rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de cîgirê hevserokatiya Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî axivî û got: “Bi berxwedan û vînê me hêviyên xwe pêk anîn û em ê yên din jî pêk bînin.”

El Şiblî diyar kir ku hikûmeta Şamê berpirsê wêrankirina Sûriyê ye û wiha pê de çû: “Me bi hêza xwe şer kir û serî ji kesekî re netewand, em Sûriyeyî ne û Sûriye ya hemûyan e. Bi berxwedana xwe em li ber hemû hewildanên parçekirina Sûriyeyê rabûn û me yekitiya wê parast.”

Xwepêşandan bi silavkirina berxwedana şêniyan û şermezarkirina dorpêçê bi dawî bû.

ŞEHBA

Di heman çarçoveyê de, bi sedan niştecihên kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan ji rêya di navbera kampê û gundê Wehşiye de dest pê kir û li ber navenda lihevhatinê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiye rawestiya.

Li ber navendê hevseroka Meclîsa Kampa Berxwedan daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 4 salan ve hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li herêmê ferz dike lê îsal ya herî giran e ji ber ku nahêle madeyên xêrxwaziyê, derman, sotemenî derbasî herêmê bibin û her wiha bi hezaran xwendekar ji mafê perwerdehiyê bêpar man.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rûsya pabendî ye ku dorpêçê li ser koçberan bi dawî bike û di peydekirina pêdiviyên gel de bibe alîkar.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî hat kirin ku fişarê li Sûriyê û Rûsya bikin ku dorpêçê bi dawî bikin û girêdayê qanûnên mirovî bin.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çiqas jî dorpêçê zêde bikin, vîna, berxwedan û têkoşîna me naşike û em ê axa xwe rizgar bikin û lê vebigerin.“