Berxwedana Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li dijî ambargoyê hate silavkirin

Kombenda Efrîn a Civakî berxwedana şêniyên Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî ambargoyê silav kir.

Endamên Kombenda Efrîn a Civakî li ber navenda xwe ya li bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Şehba, taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê şermezar kirin. Endama Kombenda Efrîn a Civakî Cîhan Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji zêdetirî du mehan ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser herêmên Şehba û taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye, nahêle sotmenî, derman û xwarin derbas bibin. Her wiha hate gotin ku eger ambargoyê dewam bike dê karesateke mirovî li van herêman çêbibe ku bi sed hezaran koçber lê dimînin.

Di daxuyaniyê de ambargo hat şermezarkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku bi rihekî berpirsyarî biçin herêmên dorpêçkirî, rewşa debarê û azarên ji ber tunebûna sotemenî, derman û xwarinê bişopînin, dawî li ambargoyê bînin.

Kombenda Efrîn a Civakî di dawiya daxuyaniyê de got: "Em berxwedana şêniyên xwe  yên ku ruxmî êş û azaran li hemberî ambargoyê disekinin, silav dikin û bi hêvî ne ku vegerên warê zeytûnan."