Operasyona QSD’ê: Serçeteyek hat girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyona li Dêrazorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li dar xistin de, serçeteyek hat girtin.
QSD’ê ragihand ku di operasyona li Dêrazorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li dar xistin de, serçeteyek hat girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û da zanîn ku li navçeya El Kesra ya Dêrazorê di encama operasyoneke hêzên wan û Koalîsyona Navneteweyî de serçeteyekî DAÎŞ’ê hatiye girtin.
QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyonên hêzên wan û Koalîsyona Navneteweyî yên hevpar li dijî DAÎŞ’ê dewam dikin û di 2 hefteyên borî de 5 operasyon li dar xistine.
QSD’ê ev agahî dan: “Roja îna borî 16’ê Kanûnê, hêzên me bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li navçeya El Kesra ya li rojavayê Dêrazorê operasyonek pêk anî û di encamê de emîrekî xwecih ê rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê hat girtin. Ew berpirsê organîzekirin û xebata şaneyên terorîst ên li herêmê ye.”
Her wiha QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de tevî alavên pêwendiyan, gelek belge jî hatine desteserkirin.